WHO´yê fon veqetand

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 9 Sibat 2023 - 16:30

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku ji bo xebatên rizgarkirin û alîkariya bi mexdûrên erdheja li Tirkiye û Suriyeyê re wê ji Fona Rewşa Awarte 3 milyon dolar veqetandine. Midûrê Giştî yê WHO´yê jî diyar kir ku dibe hejmara mirî û birîndaran ji texmînan wan a pêşî jî zêdetir bibe.

Midûrê Giştî yê WHO´yê Tedros Adhanom Ghebreyesus ji çapemeniyê re got, “Ji bo rizgarkirina mirovan em dixebitin. Pêdiviya mirovan bi stargeh, xwarin, ava paqij, lênihêrîna bijîşkî û karûbarên din ên tenduristiyê heye. WHO ji bo têkoşîna li her du welatan, ji Fona Rewşa Awarte 3 milyon dolar veqetandine.”

Ghebreyesus da zanîn, WHO malzemeyên tibbî da her du welatan û alîkariya lênerîna tibbî ya taybet dike: “Balefirên ku malzemeyên tibbî û û kîtên travmaya cerrahî tê de ne, wê yek biçe Stenbolê û ya din jî biçe Şamê. Em plansaziya balefira sêyemîn dikin.”

Wî da zanîn ku li Tirkiye û Sûrî 77 tîmên tenduristiyê yên neteweyî û 13 tîmên tenduristiyê yên navneteweyî dixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.