5 zarok hatin jehrîkirin

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:36

Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 meh in dewam dike. Rayedarên rejîma Îranê bi armanca çewisandina xwepêşandanan hemû rê û rêbazan bikar tînin. Li welat bûyerên jehrkirinê ku di demên dawî de li dibistanên ku zarokên keç perwerde dibînin, weke yek ji rêbazên çewisandina serhildanê ya rejîmê tê îfade kirin. Vê carê jî 5 xwendekarên keç ên ku li dibistana keçan a Behman a bajarê El Neqda ya girêdayî wîlayeta Urmiyê bi jehrî bûn, rakirin nexweşxaneyê.

Bêhna lastîkên şewitî tê

Li gorî agahîyên hatine bidestxistin, li dibistanê bêhna lastîka şewitî tê û xwendekarên ku ev bêhn ferq kirine dilê wan li hev dikeve, serê wan û zikê wan diêşe.
Pisporan diyar kirin ku ev bûyerên di mehên dawî de, bi zanebûn tên kirin, darazê berpirsyariya xwe ya di vê mijarê de bi cih neaniye û kesên ku vî sûcî dikin komên girêdayî rejîmê ne. Pisporan diyar kirin armanca van koman jî ew e ku astengkirina çûyina zarokên keç ên dibistanan e.

Berê lêkolîner Nafîsa Moradî jî ji bo têkildarî bûyerên jehrîkirinê  gotibû;"Dixwazin di nava keç û malbatên wan de tirsê belav bikin û perwerde dîtina wan asteng bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.