5 hezar kes bi jehrî xistine

Yekşem 12 Adar 2023 - 18:15

  • Epîdemiyolojîst Dr. Abbas Mansouran da zanîn ku li 24 bajarên Îranê herî kêm 5 hezar xwendekar hatine jehrîkirin û got, “Li gorî texmînan, gaza ku tê bikaranîn, gaza rehikan e.“

BÊRÎVAN KUTLU / MA / WAN 

Li Îranê êrişên bi gazên jehrî yên li dijî dibistanên xwendekarên keç didomin. Heta niha ti koman êriş li xwe negirtiye û li gorî daneyên fermî; heta niha 4 xwendekaran di êrişan de jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; hejmara miriyan ji hejmara fermî gelekî zêdetir e. Aktîvîstê tevgera Înternasyonalîst û Sosyalîst, Epîdemiyolosît Dr. Abbas Mansouran têkildarî êrişan axivî.

Mansouran têkildarî gaza rehikan agahî da û got, bandorên gaza tê bikaranîn û ya gaza rehikan dişibin hev: “Ji roja ewilî heta niha, rejîm têkildarî gazên kîmyewî agahiyan vedişêre. Di ambulansên dişînin dibistanan û li nexweşxaneyan sîxurên rejîmê hene. Heta encamên tehlîlên xwînê jî tên veşartin. Rejîmê qedexe kir ku tehlîlên xwînê li klînîkên taybet bên kirin. Rejîm naxwaze agahiyên têkildarî gazê bên belavkirin û ev yek nîşan dide ku yên van êrişan dikin, zilamên rejîm bi xwe ne.” 

Gaza bi kar tînin mîna ya rehikan e

Têkildarî gazê, Mansouran got, “Kesên ji vê gazê bandor li wan dibe, vedirêşin, serê wan diêşe, dest û lingên wan ditevizin û mîna felcê li wan xistibe, wisa li wan dibe. Hinek kesên ku gazê bandor li wan kiriye, dibêjin, bêhna kukurtê hatiye wan, bêhna ava qirêj û masiyên xerabûyî hatiye wan. Dema em van dinirxînin, em wisa texmîn dikin ku gaza rehikan tê bikaranîn. Em nizanin bê ka ev gaz wê di rojên pêş de bandoreke çawa li zarokan bike.

Rejîm ji ewilî ve vê yekê yek red dike, lê piştre qebûl kir ku ev hîsterî ye. Herî dawî jî got, ev gaz ‘gaza azotê ye.’ Weke bijîşkekî, ez dikarim vê bibêjim; azot pirr kêm caran bandorê li mirovan dike û heke oksîjen nebe, gaza azotê mirovan jehrî dike.” 
 
Karê dewletê ye

Di dewama axaftina xwe de Mansouran got, gaza tê bikaranîn li cihekî profesyonel tê amadekirin: “Teknîka hewce ya ji bo amadekirina vê gazê, ne di destê rêxistinan de û ne jî di destê gel de heye. Ev gaz, veguherandine çekên pirr profesyonel. Li gorî me, ev di destê xelkê de tine ye. Ji ber ku ji bo amadekirina wê, pêdivî bi laboratuarê heye û ev jî di destê xelkê de nîne. Armanca çekên tên bikaranîn, xwendekarên keç in.” 
 
Dewlet xwepêşanderan ceza dike

Dr. Mansouran agahiyên giştî yên li ser êrişan jî dan û got, heta niha li 24 bajaran 5 hezar xwendekar bi jehrî ketine û ev agahiyên din jî parve kirin: “Cara ewilî 3 meh beriya îro li bajarê Qumê hate bi kar anîn. Piştre belav bû. Bikaranîna wê ya li dibistanên ewilî girîng bû, ji ber ku dibistanên hedef hatine girtin, ew dibistan in yên ku tev li çalakiyên protestokirina şehîdkirin Jîna Amînî bûbûn. Balkêş e ku dema êrişan dikin, deriyên dibistanan digirin. Nahêlin kesek bikeve dibistanan. Ev yek nîşan dide bê ka êriş çiqas bi organîzeyî ne. Lê em vê fêm dikin; dewlet naxwaze xwendekaran bikuje lê bi jehrî dixe.”

Mansouran got, tevî hewldanên rejîmê hemûyan jî çalakiyên “Jin jiyan azadî” dewam dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Xwendekarên keç ên tev li çalakiyan bûn, her tişta ku dewletê bo xwe pîroz didît, serûbinî hev kir. Rejîm dixwaze bi van êrişên kîmyewî di nava civakê de trawmayê çêke. Dixwazin zarokên keç ceza bikin. 

Rejîm êdî ji hev dikeve

Desthilat, mîna berê nikare pêşî li ber çalakiyan bigire. Dibêje qey bi dûrxistina jin û zarokên keç wê bikare hêza xwe komî ser hev bike. Dewlet di krîzekê de ye û zehmet e ku ji vê krîzê derkeve. Hevgirtina gelan vê rewşa wê xerabtir dike. Rejîm pirr bi eşkereyî nikare bi çekan destwerdanê bike, ji ber ku 5 meh derbas bûn û li Belucistan û Kurdistanê gel dîsa xwe organîze dike. Tevî qedexeyên derketina kolanan jî gel dadikeve kolanan. Karker bi grevan piştgiriyê didin çalakiyan. Ev desthilat êdî ji hev dikeve.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.