400 çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê hatine kuştin

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 01:01

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê ragihand ku ji serê sala 2022’yan ve, 400 çeteyên DAIŞ’ê li herêmên cûda yên Iraqê hatine kuştin.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Heveş ya Iraqê Tehsîn Xefacî ji medya Iraqê re axivî. Tehsîn Xefacî da zanîn ku hêzên wan ji serê sala 2022’yan ve 400 çeteyên DAIŞ’ê li herêmên cûda yên welat kuştine. Tehsîn Xefacî got; “Herî zêde dijî çeteyên DAIŞ’ê li Rojavayê Musil, Bakurê Selahedîn, Bakurê Diyala, Başûr Rojavayê Kerkûk û parêzgeha Enbarê operasyonên leşkerî hatine lidarxistin.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.