Hêzên hewayî yên Îsraîlê bombe li gelek nuqteyên li derdora Şamê barandin, tê gotin 4 leşkerên Şamê mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA’yê, êrîşa hewayî bi dema herêmî saet di 02:20’î de pêk hat. Hate ragihandin ku balafirên ji aliyê Golanê bombe li derdora Şamê barandin.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 4 leşker mirine, 4 jî birîndar bûne û xisara madî li herêmê bûye. Her wiha hate ragihandin ku sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê jî pêşî li hin fuzeyan girtiye. Ji sala 2011’an dema destpêkirina şerê li Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê bi sedan carî êrîşên hewayî bir ser çeperên artêşa Şamê û hêzên Hîzbûllah û Îranê yên alîgirên Şamê pêkanîne.

Dewleta Îsraîlê têkildarî van êrîşan kêm caran şîroveyê dike. Bi giranî jî radigihîne ku ew ê nehêlin Îran li ber deriyê Îsraîlê bi cih bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN