4 jin ji hepsên DAIŞ´ê hatin rizgarkirin
Sêşem 6 Îlon 2022 - 03:08
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD, YPJ û YPG´ê li kampa Holê doh pêşî 3 jinên kelepçekirî ji cihekî weke hepsa DAIŞ´ê û jineke din jî ya ku bi awayekî hovane êşkence lê hatibû kirin, rizgar kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ, YPG û QSD´ê 3 jinên kelepçekirî û ku nîşaneyên êşkenceya hovane li ser laşê wan hebû, doh sibehê bi operasyoneke taybet li beşa 7´an a kampa Holê, rizgar kir. Piştî wê, jinekem din jî li beşa 7´an hate rizgarkirin.
Li beşa 5´an a kampê jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên din ên beşdar, di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de tûnelek dîtin.
Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 13´yan de bi lêgerîna li beşa 5´an a kampa Holê ku tê de koçberên ji Sûriyê hene, didome. Li wê beşê konek taybet bi îşkenceyê hate dîtin.
Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê doh di 5´an a kampa Holê de jî berê sibehê saet 05:00´an bi berbangê re dewam kir. Di wê beşê de koçberên ji Sûriyê hene.
Hêzên beşdar doh li wê beşê konek taybet bi êşkenceyê dît.
ANHA/HOL