36 sal berê Dr. Qasimlo hat şehîdxistin
Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 15:30
- 36 sal bi ser qetilkirina Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî re derbaz dibin. Dr. Qasimlo li ser maseya danûstandinan ya bi şandeyeke îstîxbarata Îranê ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hevalên xwe re hatin şehîdkirin.
13’ê Tîrmeha 1989’an ankû beriya niha bi 36 salan Sekreterê Berê yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Ebdulrehman Qasimlo tevî du hevalên xwe dema li Viyanayê ji bo çareseriya pirsgirkêka Kurd bi saziya îstîxbarata rejîma Îranê re li dora maseya danûstandinan bûn, hatin qetilkirin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22’yê Kanûna sala 1936’ê li gundekê girêdayî bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû.
Di sala 1986’an de Dr. Qasimlo bi navbeynkariya çend kesayetiyên siyasî yên navdar, di nav wan de Serokomarê Berê yê Iraqê û Serokê Berê yê YNK’ê nemir Celal Talebanî, Serokê Berê yê Cezayîrê Ehmed Ben Bella, hat kirin. Di sala 1988’an de muzakereyên Qasimlo û Îranê li Ewropayê jinûve destpê kirin. Ji ber ku li gor gotinên hevalên Qasimlo, ew gihiştibû wê qenaetê ku “pirsgirêka Kurd li Îranê” bi têkoşîna çekdarî çareser nabe lewma serî li diyalogê da.
Şandeya hevdîtinê ya Îranê ji Mihemed Cehferî Sehrarûdî, Mistefa Acûdî her wiha şandeya Kurd jî ji Dr. Qasimlo û cîgirê wî Ebdullah Qadirî Azer gelek rêze hevdîtin kirin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Fazil Resûl di 13’yê Tîrmeha 1989'an de bêyî parêzvan û şandeya Îranê jî ku di nav wan de Mihemed Cehferî Sehrarûdî (Berpirsê Wezareta Îstixbarata Parêzgeha Kurdistanê), Mistefa Acûdî (Parêzgarê Sine) û Mensûr Bozurgiyan (Nûnerê Taybet yê artêşa pasdaran) li cihê hevdîtinan li avahiyeke li Kolana Linke Bangasse ya Viyanayê civiyan.
Li gorî agahiyan, piştî 3 saetan ji destpêkirina civînê, çend kesên çekdar avêtine ser odeya muzekere lê dihat kirin û dest bi gulebaranê kir. Di plana qirêj û bêbext ya şandeya Îranê de li gel Dr. Ebdulkerîm Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer, Dr. Fazil Resûl û nivîskar û siyasetmedarê ji bajarê Silêmaniyê Fazil Mele Mehmûd bi awayekî hovane hatin şehîdkirin. Di êrişa bêbext de çend gule li Sehrarûdî ket lê nemir.
Erich Maximilian Schmidt, serokê beşa siyasî ya Wezareta Derve ya Awûstûryayê, di sala 1997'an de di hevpeyvînek ya ji rojnameya Die Standard ya welatê xwe re gotiye, Balyozxaneya Îranê bi eşkere gef li wan xwariye ku eger sûcdar bên eşkerekirin û li welatê wan bên dadgehkirin dê jiyana welatiyên Awûstûryayî yên li Îran dimînin jî bikeve metirsiyê. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN