31 hezar û 726 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:16

Êrişên Îsrailê li dijî Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Wezareta tendirûstiya Filistinê ya li Xezayê derbarê rewşa dawî ya herêmê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên Îsrailê li ser Xeza 81 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 116 Filistinî ji birîndar bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 726’an, hejmara birîndaran jî bû 73 hezar û 792.

NÛJINHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.