Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre daxuyaniyeke çapemeniyê têkildarî tometbariyên Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê lidar xist û got:“Berê jî me weke tîma YNK’ê ya di nav Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her wiha Qubad Talebanî û Bafil Talebî şewitandina dikanên xelkê bi tundî şermezar kir. Her wiha berê me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku lêkolînê li ser bûyerên şewatê yên li Duhok, Hewlêr û Kerkûkê bide destpêkirin.”
PDK ji hilbijartinan ditirse
Di dewamê Pîre bal bire ser nakokiyên navxweyî yên PDK’ê û got:“Pirsgirêkên navxweyî yên PDK’ê senaryoyeke ji bo têkdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Ev cûrên tometbariyên kirêt yên bi vî rengî ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku PDK ji hilbijartinê ditirse û naxwaze hilbijartin bê kirin. PDK’ê mijara şewitandina sûk û bazaran ji xwe re vegerandiye propgandaya hilbijartinê. Ji ber ku me weke YNK paşxistina hilbijartinê qebûl nekir, ji ber vê yekê jî PDK senaryoyên kirêt û qirêj li dijî me çêdike.” Têkildarî hebûna zêdetirî 300 çeteyên DAIŞ’ê li Berwarî Bala jî Pîre wiha got:“Zêdetirî 300 terorîstên DAIŞ’ê hatine herêma Berwarî Bala. Niha jî Silêmanî qurbanê rapor û şikayetên derew ên hinek aliyane ji bo Tirkiyeyê. Îro gumana me ji gotinên Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê çêbûn ku bêyî navê hêzekê bîne. Lê Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî ev tomet bi zimanekê cuda erê kir. Niha em xwe ji bo hilbijartinê amade dikin ne ku ji bo şerê navxweyî.”
Ti têkîliya me tine ye
Hêzên 70 yên Pêşmerge (hêzên girêdayî YNK’ê) têkildarî tometên Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraqê ya girêdayî bûyerên şewatê yên li Hewlêr û Duhokê daxuyaniyek weşand û wiha got:“Em ji raya giştî re eşkere dikin ku tu pêwendiya hêzên me û hêzên din yên Herêma Kurdistanê bi bûyerên şewatê yên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê re nîne. Cihê fikarê ye û sosrete ku tenê nûnerê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de ji bo mebestên taybet û weke tohmetbar behsa navê hêzên me û sînorê Silêmaniyê dike. Her wiha Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Iraqê jî bêyî ku navê tu hêzan bide, bi zelalî tekezî bi wan agahiyan kir. Ji gumanbaran re di berdêla miqdarek pereyan de gotine van tiştan bêjin. Ev jî nîşan dide ku van kesan ne di bin ferman û sîwana me de ev tişt kirine, ne jî bi hêzên me re tu têkiliya wan tune ye. Em wek Hêzên 70 li benda lêkolînên temam yên hêzên ewlekarî yên Iraqê ne ku rastî û niyet û planên nerewa ji raya giştî ya welatê xwe re eşkere bikin ku her kesê li pişt şewitandina van bazaran bên darizandin û cezakirin.”
ROJNEWS