- Doh êvarê QSD'ê ragihand ku 300 çeteyên DAIŞ'ê yên ku di girtîgeha li Xiwêrana Hesekê, teslîm bûne û çekên xwe radest kirine, her wiha 8 çeteyên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.
Doh êvarê QSD'ê ragihand ku 300 çeteyên DAIŞ'ê yên ku di girtîgeha li Xiwêrana Hesekê, teslîm bûne û çekên xwe radest kirine, her wiha 8 çeteyên DAIŞ`ê jî hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê têkildarî rewşa dawî ya li Hesekê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wê got, "Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5'ê sibehê bi ser avahiyeke girtîgehê de girt, qederê 300 çeteyî teslîmî hêzên me bûn.
Operasyon li gorî plana diyarkirî dewam dike.
Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyona lêgerînê li taxa Xiwêran û serdegirtina şaneyên terorîst ên ku hewl dan destekê bidin çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehê de, didomîne. Ji ber hebûna sivîlan ên ku şane li hin nuqteyan wan wekî mertal bi kar tînin, hêzên me hişyar in û bi baldariyeke mezin tevdigerin. Di şerê li dijî şaneyan de, 8 çeteyên DAIŞ`ê jî hatin kuştin. Di şer de şervanekî me şehîd bû."
Zarokên xwe jî kirin mertalên zindî
Yek ji sedemîn sereke ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundir giran bi pêş dikevin ew e ku DAIŞ qederê 700 zarokan weke mertalên zindî bi kar tîne. Ev 700 zarok jî ew zarok in ku weke kudikên xilafetê berê nav li wan hatibû kiirn. Ji bo perwerdehiyê û paqijkirina îndoktrînasyona DAIŞ´ê ew li hucreyên cuda yên hepsê dihatin ragirtin.
HESEKÊ