• Li bajarê Ehwazê 3 girtiyên siyasî yên Ereb hatine darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Ehwazê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Ehwazê 3 girtiyên siyasî yên Ereb hatine darvekirin. Herwiha hate gotin ku girtiyekî din jî bi êşkenceyê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan Ehwazê, pêr 3 girtiyên siyasî yên Ereb ên bi navê, Casim Heyderî, Hisên Sîlawî û Elî Xesrecî li girtîgeha Spîdar ya Ehwazê, ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Di dewama nûçeya xwe de tê ragihandin ku girtiyê siyasî yê bi navê Nasir Xefacyan jî ku par hatibû girtin, bi êşkenceya hêzên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Ragihandina ser bi rejîma Îranê, kesên hatine darvekirin weke kesên ku di sala 2018’an de êrişî navendeke polîsan ya bajarê Ehwazê kiribûn da nasîn.

ROJNEWS/SILÊMANÎ