3 hezar û 648 zarok hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

În 3 Mijdar 2023 - 00:36

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bi awayekî tund berdewam dikin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra têkildarî mirinên li Xezayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Kudra, da zanîn ku di êrişên ji 7’ê cotmehê ve li dijî Xezayê hatin kirin de 3 hezar û 648 zarok û 2 hezar û 290 jê jin 8 hezar û 796 kes hatine kuştin. Kudra aşkere kir ku 22 hezar û 219 kes jî di êrişan de birîndar bûne. Kudra anî ziman ku li gorî agahiyan ji roja destpêka êrişan ve 2 hezar û 30 kes jî di bin kavilan de ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.