• Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di du êrişên balafirên Iraqê de, li nêzî rêzçiyayê Hemrînê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di du êrişên balafirên Iraqê de, li nêzî rêzçiyayê Hemrînê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Wê got, ev operasyona hewayî bi piştgirî zanyariyên îstixbarî li ser sînorê parêzgeha Diyale pêk hatine.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê da zanîn ku wan biryar daye ku êrişên li djî şaneyên çeteyan ên li çiya û çolan xwe veşartine, dewam bikin.
Hefteya bihurî, li gundê Îslahî yê bajaroka Celewla û li nêzîkî bajarokê Xurmatûyê çeteyên DAIŞ’ê êriş kiribûn. Di her du êrişan de 12 welatî û leşkerên artêşa Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn.


ROJNEWS/DIYALE