259 cenaze hê jî nedane 

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:09

Di 8-17'ê kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê bi makîneyan hatibû xerakirin û nêzî 300 cenazeyên gerîlayên azadiyê jê hatibûn derxistin. Dewletê bêyî ku haya malbatan jê çêbibe cenaze biribûn cihekî nediyar. 

Di 2'yê çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyandibû ku cenaze li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ne. Cenaze demekê li ATK'ê hatibûn sekinandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenaze di hundirê qutiyên plastîk de li Goristan Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin. Heya niha tenê 23 cenaze radestî malbatan hatine kirin.

 

Bi tenê 23 cenaze hatin dayîn 

Veşartina cenazeyan a di bin peyarê de di rayagiştî de bû sedemê nerazîbûnê û malbat jî ji bo cenazeyên xwe wergirtin ketin nava liv û tevgerê. Di pêvajoya 5 salan de tenê 23 cenaze radestî malbatên di serî de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) serî li gelek rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên dewletê dan, hatin kirin. Têkoşîn û bendemayîna bi israr a malbatên din berdewam dike. 

 

Wicdana wan nîne

Gulbahar Erkiliç a ku kurê wê Xeyrî Tetwan (Azîz Erkiliç) di sala 2018'an de li Wanê şehîd bû, li gel ku cenazeyê wê li Kilyosê nîne jî yek ji wan kesan e ku pêvajoyê ji ber piştevaniya bi malbatan re dişopîne. 

Erkiliç nerazîbûn nîşanî pêkanînên dewletê yên li dijî cenazeyan da û got: “Nayê qebûlkirin ku cenaze di bin peyarêyan de bên veşartin. Çi wijdanê wan heye ku ji nedîtî ve tên ku malbat her tim ji bo wergirtina cenazeyan tên û diçin.” 

Erkiliç diyar kir ku divê heta malbat cenazeyên xwe wernegirin nesekinin û destnîşan kir ku ne tenê malbat, divê hemû gelê Kurd û parêzvanên mafên mirovan pêvajoyê bişopînin. 

 

Miracaat encamê digrin 

Gerîlaya YPJ’ê Bêrîtan Jîn (Dîlan Bîngol) ku li bajarê Kobanê di sala 2014’an de şehîd bû li Goristana Xerzanê hate veşartin. Bavê gerîlaya şehîd Lezgîn Bîngol piştî ku bûyer derket holê di encama hewldanan de karî cenazeyê keça xwe di sala 2018’an de wergire. Bav Bîngol diyar kir ku hemû pêvajoya ku bi derxistina cenazeyên ji goristanê dest pê kir, bi hiqûqê nayê vegotin û got: “Ji ber ku em li ser mijarê disekinîn û me mijar dişopand, neçar man di sibata 2018’an de cenazeyê me radestî me bikin.”

 

Divê xwedî li cenazeyan derkevin 

Bîngol, bang li hemû malbatên ku aqûbeta cenazeyên xwe nizanin kir ku serî li dadgehê bidin û xwedî li cenazeyên xwe derkevin û destnîşan kir ku divê malbatên xwedî cenaze ji bo serlêdanan tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.