25 rojnamevan di erdhejê de mirine

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:58

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku ji ber erdhejên navenda wan li Bazarcixa Mereşê, 25 rojnamevan mirine, êriş li 14 rojnamevanan hatiye kirin û hêzên dewleta Tirk 4 rojnamevan jî kirine nezaretê.

DFG'ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên piştî erdhejê li hemberî rojnamevanan, eşkere kir. Li gorî raporê, di dema erdhejê de li Semsûrê rojnamevan Bûrak Alkûş, Hîdayet Ozdemîr, Îskender Korkût, Kemal Oner, Mûhammed Akan, Rûhî Akan, Yûnûs Emre Dogan, Zubeyîr Pektaş, Îsmaîl Hakki Koçak, Fatîh Bayin, Bariş Can Tabakçi, li Hatayê rojnamevan Ayşe Fîgen Arl, Bûrak Mîllî, Gokhan Aklan, Îzzet Nazli, Neşet Alkan, Erhan Yilmaz, Mehmet Tekîn, Hasan Seîd Okay û Berkay Akay, li Mereşê rojnamevan Mûstafa Yuzbaşioglû, Azîz Çevlîk, Fatîh Nalbantbaşi, li Edeneyê Meltem Ozgen û li Dîlokê jî Fatma Erdogan mirine.

Di raporê de hate ragihandin ku 25 rojnamevan ji ber ku 'karê rizgarkirinê bi derengî dest pê kir' mirine.

Her wiha hate gotin, bi ragihandina Rewşa Awarte re karê rojnamevanan hate astengkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Enqereyê, malperên înternetê û kanalên Youtube jî di nav de 340 URL asteng kirin. Rojnameya Xwebûnê ku yekane rojnameya bi Kurdî ya li Tirikyeyê ye û ajansa NûJINHA ya ku weşangeriya jinê dike, hesabên wan ên Twitterê hatin girtin."

Li gorî raporê, meha Sibatê êriş li 14 rojnamevanan hatiye kirin, hêzên dewlata Tirk 4 kirine nezaretê, 5 caran miameleya xerab bi rojnamevanan re hatiye kirin, 19 caran di dema nûçeyê de hatine astengkirin û 6 rojnamevan jî ketine ber lêpirsînê.

Her wiha hate ragihandin ku 2 malperên înternetê hatin girtin, 2 jê hatin astengkirin, naveroka 345 malperên medya dîjîtal jî hatiye astengkirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.