Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîddeta li beramberî Jinê banga xurtkirina têkoşînê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî qirkirina jinê, temsîliyeta wekhev, xweparastin û xwerêxistinkirina jinê ya li her qada jiyanê rewa ye. Ev yek divê bi qanûnên navneteweyî jî misoger bibe."

Daxuyaniya KCDK-E'yê wiha ye: "Li gorî daneyên sala 2019'an ên Neteweyên Yekbûyî, 80 hezar jin ji aliyê desthilatdaran û tundiya mêr ve hatin kuştin û milyarek jin jî li pêşberî tundiyê bêparastin mane. Li dijî qirkirina jinê, temsîliyeta wekhev, xweparastin û xwerêxistinkirina jinê ya li her qada jiyanê rewa ye. Ev yek divê bi qanûnên navneteweyî jî misoger bibe.

Bi navê KCDK-E'yê em destnîşan dikin ku hêza bingehîn a veguherîna civakî ya li Tirkiye û cîhanê jin in û ji bo bidawîkirina tundiya li jinê, ji bo avakirina jiyanê li dora jinê, em hemû jinên di vê oxirê de têdikoşin bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi hestên piştevaniyê silav dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN