Parêzer Rezan Sarica, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a dema bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an ku têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan re dabû, bi bîr xist û got, "Çîma îro li van daxuyaniyan xwedî dernakevin?" 

Greva birçîbnûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan îro di roja xwe ya 217´an de ye. Lê miracaetên hevdîtinê yên parêzer û malbata Ocalan, bêbersiv tên hiştin. 
Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a 200 rojan de piştî 8 salan parêzerên Ocalan 2'ê Gulana 2019'an çûbûn Îmraliyê û pê re hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul 16'ê Gulana 2019'an gotibû, hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re mafekî qanûnî ye: "Beriya niha biryarên sînorkirinê hebûn. Ev biryar hatin rakirin. Biryarên derbarê qedexeya hevdîtinê de hatin rakirin û derfetên hevdîtinê çêbûn. Ji ber ku bi awayekî hiqûqî astengî rabûne, derfet çêbûye ku parêzer bi awayekî hiqûqî hevdîtinê bikin." Rojnamevan Diren Yurtsever di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de bi bîr dixe ku piştî hingê hevdîtinên bi Ocalan re ji nû ve hatine astengkirin. Wê got, ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re 225 caran miracaet kiriye. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica li ser mijarê peyiviye û gotiye, "Ji berê ve siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Îmraliyê tecrîd e. Di pergala tecrîdê de hem bi awayekî kêfî hem jî bi awayekî fizîkî astengî û qedexe dihatin derxistin. Bersivên tên dayîn jî tev kêfî û li dijî hiqûqê ne. Vê dawiyê qet bersivê nadin miracaetên me."

Sarica dide zanîn ku stratejiya dewlet û desthilatê ya li dijî hevdîtinên bi Ocalan re ji sala 2019'an ve neguheriye: "Tenê di gotin û amûran de hin guhertin hene. Dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an de desthilateke ku rastiya civakê qebûl dikir li hemberî me hebû. Neçar ma ku mafê hevdîtinê yê parêzeran ji raya giştî re ragihînin. Îro dîsa çalakiyeke greva birçîbûnê heye û tecrîda li Îmraliyê metirsîner bûye. Îro çima van daxuyaniyan nadin, çima li daxuyaniyên xwe yên sala 2019'an xwedî dernakevin? Çima Destûra Bingehîn nas nakin û hiqûqê paşguh dikin." 

Di dawiyê de Sarica, bal bire ser helwêsta desthilatê ya li hemberî Ocalan û got, weke amûr dîtina Ocalan, encamê nade û divê nihêrînên Ocalan girîng bên dîtin.

STENBOL