- 21 rewşenbîr, siyasetvan û rojnamevanên Ereb bang li Yekîtiya Ereban kir da ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi awayekî awarte bicive û helwêstê nîşan bide.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, 21 rewşenbîr, siyasetvan û rojnamevanên Ereb ên ji Misr, Lîbya, Libnan, Yemen, Filistîn û Iraqê bang li Yekîtiya Ereban kir da ku bi awayekî awarte bicive û helwêstê nîşan bide. Rewşenbîr û siyasetvanan her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir da ku helwêstê nîşan bide.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em wekî komek rewşenbîr û siyasetvanên ku pirsgirêkên li nava welatên Ereban û xeterên li Rojhilata Navîn ji xwe re kirine xem, ji bêdengiya welatên Ereban a dijî binpêkirinên dewleta Tirk ên her roj, aciz bûne. Bi taybetî binpêrinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û Yekîtiya Ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran. Heta niha ti welatê Ereban li dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye.
Em ji Yekîtiya Ereban dixwazin ku civîneke awarte li dar bixe, bi mijarê dakeve û li hemberî xewnên dewleta Tirk helwêstê nîşan bide.
Di hevpeymaniya Yekîtiya Ereban de biryar heye, dema welatek bi êriş û dagirkeriyekê re rû bi rû bimîne, welatên endam ji bo sekinandina êrişan biryarê didin. Em jî heta niha li benda pêkanîna vê biryarê ne.
Bang li NY'yê jî kirin
Em jî dengê xwe bilind dikin ku cîhan, di serî de jî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar bibihîzin. Her wiha daxwaz dikin ku li dijî êrişan helwêsteke cidî nîşan bidin."
Îmzekerên metnê li jêr in:
Recaî Fayîd: Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misrê; Ehmed Bahaedîn Şaban: Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê; Yûsuf Yaqûb Metî: Serokê Yekîtiya Neteweyî ya Bath Nahrîn-Iraq; Ebdurrehman El-Reyyan: Nivîskarê Yemenî; Dr. Eymen Feteh: Nivîskar û Pisporê Zanistên Siyasî yê Filistînî; Hisên El-Suyeedî: Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya; Mehemed Hesen El-Bene: Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar Misr; Osman Birkê: Nivîskar û Siyasetmedar-Lîbya; Xurşît Dilî: Nivîskar û Rojnamevan-Lubnan; Dr. Firneza Atiye: Pispora Zanistên Siyayî –Misr; Esir Nuval Cebir: Nivîskar û Rojnamevana Filistînî; El-Seyid Ebdulfetah: Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê; Ferhan Salih: Nivîskar-Lubnan; Ebbas Cefer El-Huseynî: Lêkolîner û Romannûs-Lubnan; Safiye Tata: Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê-Lubnan; Delal Bistanî: Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat-Lubnan; Loneh El-Xerîb: Akademîsyen û çalakvana jin –Lubnan; Xelîl El-Qazî: Nivîskar û Akademîsyen-Lubnan; Yasil Eyo Seydo: Akademîsyenê Filistînî; Hemo Muskviyan: Hiqûqnas û çalakvanê siyasî-Lubnan; Elî Nacî: Nivîskar û Rojnamevan-Iraq.
BEXDA