21 cenaze li goristana bêkesan e
Duşem 11 Îlon 2023 - 00:05
Cenazeyên 7 gerîlayên azadiyê yên di şerên mehên Tîrmeh û Tebaxê yên li behajiya Şirnexê şehîd bûne ku anîbûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, li Goristana Bêkesan hatin veşartin. Hat zanîn ku di nava vê pêvajoyê de 3 malbat ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe hatibûn Şirnexê û mînakên xwînê dan. Hat diyarkirin ku hinek cenazeyên anîn morgê bi tevahî şewitî ne lewma malbatan nekarîn teşhîs bikin. Cenazeyên anîbûn morgê piştî 15 rojan li Goristana Bêkesan a Avahiyên Afetê hatin definkirin. 7 jê nû bi giştî 21 cenaze li Goristana Bêkesan hatine veşartin.
MA/ŞIRNEX