2 şehîdên xwe spartin axê

Yekşem 18 Hezîran 2023 - 14:55

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa cenazeyên şehîdan; Zozan Omer û Mihemed Gabar oxir kirin ku 14’ê Hezîranê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Hecî Elî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got;’’Şehadet ji bo me pîroz e. Em soz didin ku her tim şopdarên rêya şehîdan bin. Em bang li tevahî aliyan dikin ku li hember planên dewleta Tirk bibin yek. Hebûna we ya li vir, îsbat dike hûn çiqas bi fedakariyên şehîdan û axa welêt ve girêdayî ne.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif axivî û got;“Hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve, tenê ji bo yek armancî ye; têkbirina vîna gelê me ye. Lê em dibêjin em ê bi hêztir bin û têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.”

Piştre wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hatin kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan spartin axê.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.