- Pêr bi şev li bajarê Îsraîlê Tel Avîvê di êrişeke çekdarî de herî kêm du kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Pêr bi şev li bajarê Îsraîlê Tel Avîvê di êrişeke çekdarî de herî kêm du kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Piştî êrişê hêzên Îsraîlê êrişkar doh sibehê kuşt.
Ji ber ku ji bo Îsraîliyan înê dawiya hefteyê dest pê dike, xelk pêncşemê êvarê diçe sûk û navbajêr. Êrişkar jî pêncşemê êvarê êrişa xwe kir da ku heta mumkin e gelek kesan bikuje. Wî êrişa xwe li kolaneke restorant û baran kir û kesekî 27 salî û kesekî 28 salî qetil kir û gelek kes jî birîndar kirin.
Doh sibehê zû hêzên Îsraîlî bi operasyonekê li Jaffayê êrişkar kuşt.
TEL AVÎV