Doh bi balefirek bêmirov û biçek baregeheke Heşda Şebî ya li kolana Filîstîn a li Bexdayê bombebarankirin û li gorî agahiyên destpêkê hatine belavkirin di encama bombebaranê de 2 berpirsên hêzên Heşdî Şebî hatine kuştin ku yek ji wan Fermandarê Operasyonên Lîwaya 12 ya Heşdî Şebî Hacî Ebû Teqwa ye û li gel her du berpirsan 6 kes jî birîndar bûne.
Tê îdiakirin ku ji aliyê Emerîkayê ve êriş hatiye pêkanîn, lê ti daxuyaniyên fermî li ser êrişê nehatiye dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN