• Di encama êrîşan de herî kêm 35 mirin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê, 2 êrişên xwekujiyê pêk hatin. Di encamê de 35 kes hatin kuştin. Êrişên xwekuştinê doh saet li 11.30’an li qada bi navê “Qada Balafirgehê” pêk hatin.

Rayedaran ragihandin ku 2 êrişkaran di nava bazarê de bombeyên li ser xwe teqandine. Berdevkê Operasyona Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xafecî ragihand ku hejmara kesên di herdu teqînan de hatine kuştin gihîşte 35 kesan û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar hene. Ji ber bûyerê, 4 berpirsên ewlekariyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

ROJNEWS/BEXDA