Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyan hate weşandin û hate ragihandin ku şoreşa li Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûye hêvî.
Di daxuyaniyê de şoreşa Rojava weke şoreşa jinê ya azadîparêz a sedsala 21’ê tê destnîşankirin û tê gotin, ”Şoreşa Rojava ku berhema felsefe û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo ye, bûye sîstemeke çareseriyê û yekemcar ji bo gelên Rojhilata Navîn û herêmê çareseriyeke mayinde afirandiye, bûye hêvî û kelecaneke mezin.
Berxwedana destanî ya ku li Kobanê û tevahiya Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi navê mirovahiyê hate meşandin, ne tenê li Rojava û Rojhilata navîn, li nava tevahiya mirovahiyê sempatî û piştgiriyeke mezin afirand. Şoreşa Rojava ne tenê ji aliyê Kurdan, Ereban, Suryan û Tirkan ve hate kirin, ji Ewropayê heta Emerîkayê, ji Kanadayê heta Rojhilatê Dûr bi berxwedana mirovên enternasyonalîst ên ji gelek gel û parzemînan pêk hat.
Di daxuyaniyê de berxwedana li Heftenînê tê bi bîr xistin û îşaret bi metersiya şerekekî pêkan ê navxweyî tê kirin û tê gotin, çi ji dest kê tê divê bike, nehêle sibê, ji ber ku sibe dibe ku gelekî dereng be.”
KCDK-E’yê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bang kir ku bi ruhê yekîtiya neteweyî tevbigerin û tevî gelê Kurd bang li dostên enternasyonalîst kir ku beşdarî çalakiyan bibin, têkoşînê xurt bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN