17 meh in cenazeyê nadin malbatê
Çarşem 21 Kanûn 2022 - 02:31
Nêzî 2 sal in cenazeyê Kasim Kaya yê HPG'î ku li Panosê şehîd bûbû, radestî malbata wî nayê kirin.
Malbat ji bo teşxîskirina cenaze di 2'yê Cotmehê de xwîn daye, lê Saziya Tiba Edlî (ATK) a Erziromê piştî salekê ji malbatê re gotiye zerfa ji wan re hatiye şandin vekirî bûye û ji ber vê test çênekiriye. ATK'ê ji bo testa DNA'yê xwîn ji malbatê xwestiye. Malbat jî di Îlona 2022'yan de cardin xwîn daye, lê belê heya niha çi erênî çi neyînî tu bersiv negirtine.
Hevseroka MEBYA-DER a Şaxa Wanê Hanim Kaya, xwişka Kasim Kaya, dibêje heta niha hemû hewldanên wan bêbersiv mane. Kaya da zanîn ku testa DNA'yê dane Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê û ev tişt gotin: "Piştî serlêdanê, gotin cenaze ne bi wan re ye û dibe ku li herêma şer ji aliyê guran ve hatibe xwarin. Jixwe ev yek di çapemeniyê de jî belav bûbû. Li gorî nûçeyan, em hîn bûn ku cenaze di destê dewletê de ye. Di rapora qereqolê de jî hatibû diyarkirin ku cenaze di destê dewletê de ye. Piştî me testa DNA'yê şand, ji me re gotin zarfa hatiye şandin vekirî bûye û ji ber ku biguman bûye li encamê mêze nekirine. Me jî xwest em hîn bibin bê çima zarf vekirî bûye. Jixwe gava hûn ji bo DNA'yê xwînê didin, zerf girtiye. Yanî ne pêkan e ku vekirî be. Ji me re nehat gotin bê ka zerf çawa hatiye vekirin û kê zarf vekiriye."
Kaya da zanîn ku ji bo testa DNA'yê careke din daxwazname dane û got: "Me di Îlona 2022'yan de careke din testa DNA'yê da. Lê 3 meh derbas bûne, hê jî tiştek bi dest me neketiye. Me bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê da. Gotin, hê ATK li wan venegeriyaye. Em di warê derûnî de xirab bûn. Ev muamele tenê ne li me û cenazeyê me, li gelek malbatên ku serî li saziya me didin jî tê kirin. Hin malbat hene, testa DNA'yê dane lê 3-4 sal li benda bersivê ne. Ev, di warê derûnî de bandoreke pir xirab li malbatan dike. Her roj şîn e ji bo me. Tê gotin ku cenazeyê me li Goristana Bêkesan a Erziromê ye. Di dest wan de ye, lê nizanim çima nadin me. Dê têkoşîna komeleya me bidome, heta ku malbat cenazeyên xwe wergirin. Heya em cenazeyê xwe wernegirin em paş de gav navêjin."
WAN/MA