16 penaber ji sermayê qufilîn

În 4 Sibat 2022 - 03:38

Pêr êvarê pêşî cenazeyê 12 penaberên li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê ji sermayê qufilî hatibûn dîtin. Doh hejmara cenazeyên penaberên li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê ji sermayan qufilî, bû 16. 

Li devera Mandakoru ya gundê Paşakoy ê navçeya Îpsala ya ser bi bajarê Tirkiyeyê Edîrneyê, 22 penaberan xwest biçin Yewnanistanê. Ji 22 penaberan 12 pêr êvarê ji sermayê qufilîbûn. Cenazeyên penaberan ji Edîrneyê veguhestin Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosnayê. 

Walîtiya Edîrneyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Walîtiyê got, hejmara penaberên ji sermayê qufilîne bûye 16. Balkêş e ku dema cenazeyên penaberan hatine dîtin, cil û berg li ser wan nebûn. 

Aliyê dewleta Tirk bi devê wezîrê xwe yê Karên Hundir Suleyman Soylu îdîa bike ku penaber gihiştine ser sînor û paşve hatine wergerandin jî Yewnanistanê ev îdîa derewan û got, penaber negihiştine ser sînor û paşve nehatine vegerandin. Yewnanistanê got, erkeke exlaqî û hiqûqî ya dewleta Tirk e ku pêşiyê lê bigire ku penaber rêwitiyên wiha bi xeter nekin.

MA/EDÎRNE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.