158 malbatên din ji Holê vegeriyan Iraqê

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 03:50

Şêwirmendê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku wan heta niha 925 malbatên Iraqî yên li kampa Holê vegerandine Iraqê û malbat li kampeke li sînorê parêzgeha Mûsilê hatine bicihkirin.

Şêwirmendê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî ji ajansa nuçeyan a fermî ya Iraqê re axivî û got, di çend rojên bihurî de 158 malbat yanî 650 kes, ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine Iraqê. Kerîm Nûrî da zanîn ku bi vî rengî heta niha wan kampê 925 malbat vegerandine Iraqê.

Kerîm Nûrî da zanîn ku li ser mijara vegerandina malbatan bi hevkariya Rêveberiya Kampa Holê, wan ev encama baş bi dest xistiye: “Hemû malbatên ku ji kampa Holê vegerandine Iraqê li sînorê parêzgeha Mûsilê li kampekê hatine bicihkirin.”

Pirraniya qederê 71 hezar kesên li Holê xelkê Iraqê ne û vegerandina welatiyên Iraqê wê barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî gelekî sivik bike di warê şerê li dijî DAIŞ´ê de.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.