- Heta niha 150 milyar dolar ji Iraqê hatiye derxistin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ji sala 2003’an dema ku desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li dijî nelirêtiyê pêşnûmayeke qanûnê pêşkêş kir. Salih ji rojnamevanan re diyar kir ku ji bo ku ew pereyê hatiye windakirin bi paş ve bîne û teslîmî edaletê bike, ‘nivîseke girîng’ daye parlementoyê.
Serokkomar bang li parlementeran kir ku bila piştgiriyê bidin erêkirina qanûnê. Li gorî Rêxistina Şeffaftiyê ya Navneteweyî Iraq di warê nelirêtiyê de di nav welatên rewşa wê herî xerab de ye.
Hin çavdêr bi awayekî bi fikar li erêkirina qanûnê dinihêrin. Pisporê Ewlekarî û Stratejiyê Fadil Ebû Ragif ji AFP’ê re axivî û got “Bêguman ji sala 2003’an ve qanûna herî baş a rêveberiyê ye. Lê gelo ew ê were qebûlkirin? Fikarên min hene. Partî wê vî tiştî sabote bikin. Li pêş raya giştî wê piştgiriyê bidin wê lê li kûlîsan ji bo wê asteng bikin wê her tiştî bikin. Ji ber ku gelek siyasetmedar tevlî nelirêtiyê bûne.”
NAVENDA NÛÇEYAN