Hejmara kuştî û birîndarên şerê Hemas-Îsraîlê heta niha gihaştiye 13 hezar û 750’î. Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ji bo piştgiriyê sibê serdana Îsraîlê dike.
Şerê ku ev 11 roj in, di navbera tevgera Hemasê û hêzên Îsraîlê de dest pê kiriye, hê jî bi dijwarî dewam dike.

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê Antony Blinken piştî dan û standinên li navenda Wezareta Parastinê ya Îsraîlê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, daxuyanî da û da zanîn ku dê serokê Emerîkayê Joe Biden ji bo piştgiriya Îsraîlê sibê (18 Cotmeh) serdana wî welatî bike.

Li gorî daneyên France24´ê heta niha li Îsraîlê hezar û 300, li Xezayê jî herî kêm 2 hezar û 750 kes hatine kuştin. Ji her du aliyan jî 9 hezar û 700 kes birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN