Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji destpêka aloziya li herêmê û şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li dijî nuqteyên Emerîkayê yên li Sûriye û Iraqê 127 êriş pêk hatine û wiha got:"Ji 4`ê Çileyê ve, 9 êriş çêbûne. Bi giştî 127 êriş hatine kirin. Di nav de 52 li Iraqê û 75 li Sûriyeyê." Tê bibîrxistin ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de rojane li dijî hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyeyê êrişên bi moşek û balafirên bêmirov hatine kirin.
Washingtonê 2 hezar û 500 leşker li Iraqê û derdora 900 leşkerên xwe li Sûriyeyê di çarçoveya Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê de, belav kirine.
Piştî destpêkirina şerê li Xezayê, komên Iraqî di daxuyaniyekê de hişyarî dabûn Emerîkayê ku ew ê êrişên xwe li dijî baregehên Emerîka yên li Sûriye û Iraqê zêde bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN