12'ê Kanûnê çalakiyan bikin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 8 Kanûn 2020 - 15:36

KCDK-E'yê ji bo 10ʼê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê bang kir ku her kes 12'ê Kanûnê li dijî dewleta Tirk derkeve kuçeyan. 

KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur û diyar kir ku dewleat Tirk bi vê têr nebûye her wiha êrişê dibe ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê û dijminatiya li Kurdan geştir kiriye.

Di dema daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hate bibîrxistin, hate gotin, ''Vîna gelê Kurd bi êsîrkirinê tê xwestin ku were bêdengkirin.''
KCDK-E'yê operasyonên qirkirinê yên li ser parlamenter, şaredar, siyasetmedarên Kurd bi bîr xist, diyar kir li dijî rewşenbîr, akademîsyen, hemû beşên muxalif ên civakê zext û zordarî tê kirin û got, ''Zext û tundî didome.''

Tecawiza sîstematîk a dewleta Tirk a li Kurdistanê di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, hate gotin di serî de li Kercosê ya Êlihê di serî de li Kurdsitanê, li Tirkiyê polîtîkayên qirkirina jinê, tacîz û tecawizê bi destê polîs û leşkerên Tirk weke polîtîkaya fermî ya dewletê tê kirin.
KCDK-E'yê herî dawî bang kir ku 12'ê Kanûnê li Ewrûpa, Ewûstralya û Kanadayê 12'ê Kanûnê gel, şoreşger, mirovên demokrat, rewşenbîr li dijî dewleta Tirk a faşîst derkevin meydanê û çalakiyan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.