11 sal in Kobanê bombe dikin
În 7 Tîrmeh 2023 - 13:56
- Xelkê Kobanê rojane bi topbaran û bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gund û taxên bajêr dijî. Ev êriş 11 salin nesekinîne.
Roja Çarşemê êrişeke nû li dijî Kobanê pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker qada Newrozê ya li ser Girê Miştenûrê ku bi hezaran Kurd salane şahiya Newrozê lê li dar dixin, hedef girt. Di encamê de 2 endamên tîma ambulansê birîndar bûn.
Dewleta Tirk cihên pîroz û binirx ên Kurdan bê navber hedef digire. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 16′ê Nîsana 2021′ê de mala li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê ku Rêber Abdullah Ocalan di 1979′an de lê maye bombebaran kir.
Dibe ku axaftina di sedsala 21′ê de li ser bombebarankirin û topbarankirina bajarekê tê de bi deh hezaran xelkê heye, xerîb e û ji 11 salan ve binpêkirin nesekinîne. Ew yek krîza wicdanê mirov û dualîteya pîvanên parastina mafên mirovan nîşan dide. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê û paşguhkirina doza dîrokî ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn eşkere dike.
Kîna wan li hember Kobanê heye
Xelkê Kobanê ragihandibû ku hikumeta Şamê ji bajêr derxistin û çirûska Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan dest pê kir û bajarê xwe li hember êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û aliyên herêmê parast. Ji ber wan hewl da rewşê bi kar bînin û kantonê dagir bikin. Ji wê demê û heta roja îro ve gund û taxên Kobanê tên topbarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 2016′an de top, moşek û balafirên bêmirov û şer li dijî kantona Kobanê bi kar tîne. Ev jî asta kîna wê li hember vî bajarî diyar dike, bi taybet piştî planên wê yên bi destê DAIŞ′ê û Cebhet El Nusra yên dagirkirina kantonê bi bin ketin.
Pişta xelkê QSD ye
Di 2022′yan de 28 caran navenda bajêr û derdora wê bi top û balafirên şer hatin hedefgirtin, her wiha 6 caran jî bi balafirên bêmirov hatin bombebarankirin. Armanca çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ′ê û dewleta Tirk weke hev bû, ew jî Kurdan li Kobanê tine bikin û xelkê wê bidin koçberkirin. Şerê avê ku dewleta Tirk li kêlek şerê xwe yê leşkerî pêk tîne vê yekê nîşan dide. Hevgirtina neteweyî û Kurdistanî her wiha banga Rêber Abdullah Ocalan roleke sereke di têkbirina DAIŞ′ê li Kobanê ya di sala 2014′an de lîst. Lê tevî ku meyla êrişan a li kantonê neguhert, lê hevgirtina neteweyî bi awayekî mezin êriş kêm kirin. Wê yekê jî hişt ku dewleta Tirk komkujiyên zêde pêk bîne. Tevî bangên dubare yên xelkê û Rêveberiya Xweser ên bidawîkirina sûcên dewleta Tirk, lê heta niha tu kesî guh neda vê yekê, ji wê zêdetir Koalîsyona Navneteweyî di 2019′an de ji Kobanê vekişî û hêzên Rûsyayê li hember sûcên dewleta Tirk bê deng bû. Lê xelkê herêmê li hember her êrişekê pişta xwe didin hêzên xwe yên leşkerî (QSD).
ANHA/KOBANÊ