108 zarok û jin wergirtin

Duşem 22 Gulan 2023 - 14:54

Rêveberiya Xweser li gorî belgeya radestkirina fermî ya di navbera wê û Tacikistanê de, 80 zarok û 28 jinên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê radestî hikumeta Tacikistanê kirin.

Şandeyeke fermî ji Komara Tacikistanê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir. Şande ji balyozê Tacikistanê yê Kuwêtê Zebêdullah Zibêdof û şandeya pê re pêk dihat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevserokatiyê Fener Kiêt û Robêl Beho, endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî şande pêşwaz kir.

Perwerde girîng e

Bedran Çiya Kurd bal bire ser girîngiya hevkariya di şerê li dijî terorê de, dîtina çareyên bingehîn ji pirsgirêka terorê re, cezakirina bi hezaran çeteyên DAIŞ′ê yên li navendên girtinê yên Rêveberiya Xweser. Her wiha got divê girîngî li hember navendên perwerdekirinê ku tê de bi sedan zarokên malbatên DAIŞ′ê hene, bê dayîn.

Şandeya Tacikistanê fedakariyên welatiyên herêmê û saziyên wê yên li dijî çeteyên DAIŞ′ê, ewlehî û aramî pêk anîne pîroz kir û hêvî kir ku ewlehî li tevahî cîhanê, bi taybet li Sûriyeyê pêk bê.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 80 zarok û 28 jin ên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên ji Tacikistanê li gorî belgeya fermî ya di navbera her du aliyan de, radest kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.