TJK-E'yê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir, ku wê bi kampanya xwe ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' hesab ji Erdogan bipirsin ku berpirsyarê sereke yê komkujiya jinan e.
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji 25'ê Mijdara 2020'î û pê ve dest bi kampanyayekê dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin ji bo jiyaneke azad, wekhev û bi hevsengiya ekolojîk; li dijî sîstema mêtinger a kapîtalîst zayendîperest ji Kurdistanê heta Şîlî, ji Polonya heta Sûdanê, ji Îranê heta Emerîkayê, ji Hindistanê heta Ewropayê û Tirkiyeyê li her devera cîhanê li dijî zordarî, destavêtin, destdirêjî, qirkirina jinê û tunehesibandinê, bi rengekî bênavber li ber xwe didin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de hovîtiya DAÎŞ'ê, qirkirina jinê, revandin, firotin, kolekirin, êşkence, destavêtina li jinê ya li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriye, Şengal û Rojava, sûcê herî mezin ê hikumeta Tirk û piştevanên wê ne ku di sedsala 21'ê de di şexsê jinê de li dijî mirovahiyê kirine."

Di daxuyaniyê de sûcên Erdogan ên li Kurdistanê têne rêzkirin û tê gotin; em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyên me yên 25'ê Mijdarê bibin û bi xurtî beşdarî kampanya me ya bi navê '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN