• “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne. Ji ber vê yekê sazî, zanîngeh, dibistan û her warê civakî dike hedefa xwe. Em ê li dijî êrîişan serê xwe netewînin.”

Dewleta Tirk a dagirker 18´ê Tebaxê êvarê 60 kîlometroyan dûrî sînorê bi dewleta Tirk re êrişî navenda perwerdekirina keçan a li gundê Şemokê yê ser bi Hesekê kiribû û 4 zarok şehîd kiribûn. Ji wan cenazeyê şehîd Dîlan Izedîn li Kobanê, cenazeyê şehîd Raniya Eta jî li Helebê hat veşartin. 

Cenazeyê şehîd Dîlan Izedîn bi merasîmeke girseyî hat doh veşartin. Merasîm bi tevlîbûna Saziyên Sivîl, fermandarên leşkerî, siyasetvan û xelkê Kantona Kobanê, hat veşartin.

Endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di merasîmê de got, bi salan e gelê Kurd, şehîdên xwe vedişêrin û wiha peyivî: “Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilîne. Ji ber vê yekê sazî, zanîngeh, dibistan û her warê civakî dike hedefa xwe. Em ê li dijî êrîişan serê xwe netewînin.”

Helebê rêz ji şehîdên xwe re girt

Cenazeyên şehîd Raniya Eta û şehîd Çiya Qendîl jî li taxa Şêxmeqsûd hatin pêşwazîkirin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyên her du şehîdan Raniya Eta û Çiya Qendîl pêşwazî kirin û berêvarê her du şehîd bi merasîmê oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Raniya Eta û cenazeyê şervanê YPG´ê Çiya Qendîl ku di 19´ê Tebaxê de şehîd bûbû gihiştin taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Xelkê cenazeyê her du şehîdan li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf oxir kirin. 

ANHA/KOBANÊ-HELEB