SELMA AKKAYA
PARÎS

Polêsê Fransî 23´yê Adarê li Marsîlya, Draguignan, Parîsê piştî serdegirtina komele û malan 13 Kurd kiribûn nezaretê. Ji van 4 di pêvajoya nezaretê de hatin berdan. Ji bo 9 Kurdistaniyên mayî, ji bo lêpirsînê 90 saetên din hatin zêdekirin. Di encamê de Kurdistaniyekî din bi şertêkontrola edlî û yekê din jî bi kelemçeya elektronîk hatin berdan. 7 kurdistaniyên mayî bi bi biryara dadgeriya têkoşîna qaşo li dijî terorê ya Fransayê hatin girtin û xistin hepsa demkî. 

Fransî nerazî ne

Ji bo van 9 Kurdistaniyan, hinceta daimî ya Fransayê ketiye dewrê: “Fînansekirina rêxistina terorê”. Li gorî agahiyên di weşanên Fransî de lêpirsîn hîna dewam dike. Beramberî vê pêla êrişên polêsan li dijî Kurdistaniyan, girtina wan nerazîbûna xelkê jî dewam dike. 

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Tevgera Sernetewandiyan a Fransayê, sendîkayan û rêxistinên demokratîk, nerazîbûna xwe ji girtina Kurdistaniyan nîşan da. Ew dibêjin, ev encama hevdîtina Macron û erdogan a destpêka Adarê bûye. Ev partî û sazî siyaseta Fransayî ya li dijî kurdan rexne dikin. 13 saziyên Fransî dibêjin, PKK ne rêxistineke terorîst e û divê tavilê ji lîsteya “rêxistinên terorîst” bê derxistin. Wan got, Fransayê ji bo lihevkirina bi Tirkiyeyê re tercîh kiriye ku Kurdan krîmînalîze bike. Wan rexne li hikûmetê girt û got, ma bi krîmînalîzekirina Kurdên li Fransayê, li Tirkiyeyê wê demokrasî serwer bibe, çima berdêla vê lihevkirinê krîmînalîzekirina Kurdan e. Her 13 rêxistinên Fransî ji Fransayê xwest tavilê dev ji vê siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan berde.