• Parlamenterê eyaletê yê SPD´ê li NRW´yê Serdar Yuksel, piştî ku wezîr Reul qebûl kir ku tehlûkeyeke mezin li dijî muxalifên Erdogan li Elmanyayê heye, ji Elmanyayê xwest muxalifan biparêze û penaberan dersînor neke.

Rojnamevan Metin Gulmen ji rojnameya Der Westen de li ser zexta dewleta Tirk a li dijî Kurdan û muxalifên Erdogan ên li Elmanyayê nivîsî. Wî mînaka profesorê li zanîngeha Essenê Burak Çopur bi bîr xist. Li Tirkiyeyê zext li dê û bavê wî hatibû kirin d aku kurê wan li Elmanyayê rexneyên li raya giştî vekirî li erdogan neke û daxuyaniyên alîgirê Kurdan nede.
Di nûçeya xwe de Gulmen li ser pêşniyazpirsa parlamenterê eyaleta NRW´yê yê SPD´yî (partiya sosyal demokrat) Serdar Yuksel ê ji Bochumê disekine. Wî ji hikûmeta eyaleta NRW´ê pirsîbû, ka rexnegirên Erdoganî li Elmanyayê ewle ne yan na. Di bersivê de wezîrê karê hundir ê eyaletê Herbert Reul dibêje, "Haya rayedarên ewlekariyê jê heye ku heqaret tê kirin û gef tê xwarin li mixalifên Erdogan ên li Elmanyayê, nexasim jî di ser medya civakî re. Mirov nikare iseh bibêje na wê nebe, zanî alîgirên hikûmeta Tirk dikarin xwe wezîfedar hîs bikin û li dijî mixalifan zend û benda badin û heta şidetê jî bi kar bînin."
Lê tehlûke li gorî wezîr ne tenê MÎT e. Li Elmanya û li NRW´yê rêxistinên dîasporaya Tirk ên weke UID (Yekîtiya Demokratên Navneteweyî- rêxistina lobiya AKP´ê), Ditib (yekîtiya îmamên Tirk li Elmanyayê) û tevgera nijadperestên Tirk (di serî de Gurên Boz) ji bo hikûmeta Erdogan hazir in ku aramiyê xira bikin.
Wezîrê karê hundir ê NRW´yê bi kurtî tehlûke wisa rave kir: "Ev tevna berfireh ya mirov û rêxistinan ne tenê ji bo çêkirina fikreke bi kêra hikûmeta Tirk bê ye, ew ji bo MÎT´an Tirk hejmereke mezin a kesên dikarin ji bo wê karan bikin û muxbiriyê bikin jî ava dike."

Penaberan dersînor nekin

Li ser bersiva hikûmetê, parlamenterê eyaletê Serdar Yuksel ji Metin Gulmen re got, "Girîng e ku wezareta karê hundir, di vê meseleyê, di asta wezaretan de bigihe. Tirkiye divê zexta ji Elmanyayê his bike, di her warî û qonaxê de. Nabe ku Elmanya ji bo Tirkiyeyê veguhere mekanekî bêhiqûqiyê, cihekî ku rêxistinên îstîxbaratê û lobiyê çi dixwazin wê bikin. Rayedarên me yên ewlekariyê divê mixalifên ji Tirkiyeyê biparêzin. Beriya hemûyan jî, nabe ku penaberên ji ber zexta siyasî xwe li Elmanyayê girtine, ber bi Tirkiyeyê ve bên dersînorkirin. Li wir dewleta hiqûqê nîne û ti hêviya dadgeriyeke adil jî nîne."

NAVENDA NÛÇEYAN