• Li Amedê MEBYA-DER´ê li Mêrdînê jî rêxistina HDP´ê bi çalakiyan peyamên destekkirina girtiyên siyasî li hepsên dewleta Tirk dan û wan got, daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan, daxwazên wan in jî.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag li Amedê nerazîbûn nîşanî astengkirina daxuyaniya destekkirina girtiyan da û got, “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye.” Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî bi armanca xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan û şermezarkirina tecrîdê daxuyanî da. Parlamentera HDP'ê Pero Dundar got, "Bi tecrîdkirina Ocalan, dixwazin dengê aştiyê qut bikin." 

Komeleya Yekîtî, Çand, Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê ji dest dayî yanî  MEBYA-DER’ê xwest li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li ser çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, daxuyanî bide çapemeniyê. Polêsên dewleta Tirk a dagirker ji beşdarên daxuyaniyê re got, ew ê destûrê nedin daxuyanê li ser “greva birçîbûnê” û “tecrîdê” bê dayîn. Wan dor li çalakgeran girt û demeke dirêj di navbera çalakgeran û polêsên dagirker de muzakereyan dewam kir. 
Ji ber zilma dewleta Tirk, çalakger çûn ber avahiya HDP´ê ya Sûrê. Polîsan dor li avahiya HDP’ê jî girt. GirseyêÇalakgeran li dijî vê bi slogana “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li ber xwe da. 
 
Daxwazên wan ên me ne

Girse piştre çû avahiya MEBYA-DER’ê û daxuyanî da. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag daxuyanî da û got, “Pêwîst e darbest ji hepsan dernekevin. Lewma jî lazim e rayedar guh bidin daxwazê. Tecrîda li hepsan di heman demê de rê li ber rûxandina civakê jî vedike. Em wek rêxistinên sivîl dibêjin dawî li tecrîdê û binpêkirina mafan bînin û daxwaza girtiyan daxwaza me ye.” 

Rêxistina HDP´ê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçûbûnê, li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar hazir bûn. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî “Em Tecrîdê bişkînin Faşîzmê Hilweşînin” hilgirt. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya  Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û got, "Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ev 62 roj in (îro 63) didome. Daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên me ne. Em dixwazin daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê bên qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe." 
 
´Em ê dengê girtiyan bidin bihîstin´

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî got, "Binpêkirina mafan a li hepsan bi tecrîda li Îmraliyê re dest pê kiriye. Girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Lê îqtîdar li hemberî daxwazên girtiyan bêdeng e. Ti elaqeya Wezareta Dadê bi dadê re nîne. Em niha muxateban nabînin. Divê hikûmeta AKP'ê bersîvê bide daxwazên me û girtiyan. Ji ber ku dixwazin ranta şer bixwin, îqtîdara AKP-MHP'ê xwest bi rêya şer siyasetê bike û xwe bi rêxistin bike. Ji ber vê yekê mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî ji destê wî girtin. Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin. Em ê bêhtir dengê girtiyan bidin bihîstin. Divê desthilata AKP'ê van daxwazan bibersivîne û gavan biavêje."

AMED/MÊRDÎN