‘Stûnên jiyanê’ yên li Efrîkayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Mijdar 2022 - 06:04

  • Tadesse Mesfîn bi çavdêriyên xwe, tuwalên xwe yên reş û tarî yên ku wî di zivistana Rûsyayê de çêdikirin danîn aliyekî û ronahiya Efrîka bi kar anî. Bi vî awayî rengên li ser paleta xwe jî wî guherandin û niha heta jê tê bi rêûresmên kevn yên Efrîkayê dadikeve.

Tadesse Mesfîn hunermendekî ji Etîyopyayê ye. Ew sala 1953’an li Woldia hatiye dinyayê. Wî di şeş saliya xwe de dest bi xêzkirinê kiriye. Lê tişta ecêb, wî destpêkê li ser defteran yan jî tuwalan xêz nekiriye, ji bo xêz bike bedena xwe kiriye tuwal. Tadesse Mesfîn dibêje, “ji bo ez xêz bikim, malzemeyên min tine bûn, ji lewma jî ji bo karibim xêzên spî çêkim, min bi destan li ser bedena xwe xêz çêkirin.” Lê piştî demekê, malbata wî koç dike peytext Addis Ababayê. Bi zimanê deverê maneya Addis Ababayê “kûlîlka nû” ye. Piştî ku ew li bajêr dimîne û jiyana li bajêr nas dike, ew jî weke kulîlkeke nû vedibe û di 15 saliya xwe de xwe li Lîseya Hunerên Bedew” qeyd dike. Di vê navberê de wî bala xwe daye sînemayê jî û her ku keysa xwe lê aniye, çûye sînemayê da ku li filman binihêre. Piştî ku li filman dinihêre gelek caran sahneyên filman li ser deftera xwe xez dike û bi vî awayî xwe bi pêş dixe. Dema ku ew lîseyê diqedîne yek ji xwendekarên herî serketî ye û tê xelatkirin.

Mesfin qederê 35 salan e ku li Addis Ababa, li “Dibistana Hunerên Bedew û Sêwirmendî ya Alle” dersên hunerê dide. Wî heta niha gelek şêwekar perwerde kirine û rê nîşanî wan daye. Jixwe, ew yek ji pêşengên modernîzma Etîyopyayê ye jî. Pêşangeha wî ya li Londonê, pêşangeha duyem a solo ye ku li Ewrûpa tê nîşandan. Tadesse Mesfîn ji bo nifşê welatê xwe dibêje, “em hatin jibîrkirin” û li meydana dinyayê zêde nayên zanîn. Ew hinekî jî bi vê aramancê dersê dide xwendekaran û wan di vî warî de digihîjîne da ku siberojê neyên jibîrkirin û li meydanê dinyayê karibin hunerê xwe nîşanî  xelkê bidin.

Li Akademiya St. Petersburgê dixwîne

Mesfin demeke dirêj bi şanoyê re jî mijûl dibe. Wî ji bo şanoyê cilûberg disêwirandin û her wiha dekorên şanoyê hazir dikirin. Ji ber ku wî wextî navbera Etîyopya û SSCB’yê (Sovyeta hilweşiyayî) baş bû, di sala 1977’an de bi xêra bûrsekê çû SSCB’yê û li wir li ser hunerê kûrtir bû. Wî li Akademiya St. Petersburgê derbarê resm û peyker de zanînên xwe bi pêştir xistin. Ew her wiha di warê mîmariyê de jî xebitî ku wî “mîmarî” her tim weke xeyaleke ku pêk neyê, didît ji bo xwe. Tadessa Mesfîn li SSCB’yê (li deverên Rûsyaya îro) berhemên hunermendên weke Vasiliy Surikov û İlya Repin dîtin û di bin bandora wan de ma. Lê wî gelek îkon li Rûsya jî dîtibûn ji wan jî gelek hez kiribû. Tabloya wî ya bi navê “Êşên Şer” ku di sala 1983’yan çêkiriye, vê yekê baş nîşan dide. Her çiqas mijara wî şerê navxweyî yê Etîyopyayê be jî tesîra Repîn ya di hunerê wî de xwe dide der. Mesfîn vê meyla xwe ya civakî wiha dinirxîne, “Peywireke hunerê ya civakî heye, ez ji vê yekê bawer dikim. Ew dikare jiyan û berxwedana xelkê nîşan bide.”

Li ‘Maskeyên Efrîka’ vedigere

Piştî ku ew xwendina xwe ya li SSCB’yê bi dawî dike, vedigere Etîyopyayê. Li seranserê welatê xwe vedigere û çavdêriyan dike. Ev çavdêriyên wî dikin ku tuwalên xwe yên reş û tarî yên ku di zivistana Rûsyayê de çêdikirin, dayne aliyekî û ronahiya Efrîka bi kar bîne. Bi vî awayî rengên li ser paleta xwe diguherîne û heta jê tê bi rêûresmên kevn ên Efrîkayê dadikeve. Di karên wî de bandora Picasso jî heye, lê ew ji bo vê bandorê lawaz bike, li çavkaniyên Efrîkî vedigere. Li Efrîkayê ji mêj ve bû ku “rûpoş” (maske) hebûn. Nexasim jî maskêyên ji textikan ji bo çanda Efrîkayiyan giring in. Ji lewma Tadessa Mesfîn jî li ser “Maskeyên Etîyopyayê” hûr bû û heta jê hat ew çand kir bingehê şêwekariya xwe û di berhemên xwe de jî ev rastî veneşart. Jixwe, wî dixwest di tabloyên xwe de ev bondora van maskeyan diyar bibe, lewma ew maskeyên ji texte nasnameya Efrîkayê bi xwe bûn. Her wiha wî demekê bala xwe da fresk û îkonên li dêrên Etiyopyayê yên Qiptîyan jî û li ser wan jî xebitî.

 

Jinên li bazaran dixebitin xêz dike

Tadesse Mesfîn li ser tuwalê herî zêde jinên Efrîkî xêz kirine, nexasim jî jinên ku li bazarê dixebitin, bûne mijara şêwekariya wî. Ev jinên esîl in û serê wan bilind e. Jinên ku li ser serê wan û li ber zikê wan selik hene û abora mala xwe dikin. Fîgûrên wî ji dûr ve bê ruh û can xuya dikin, weke ku ew peyker bin. Lê dema mirov ji nêz ve bala xwe dide wan, mirov dibîne ku wî jinên bi hêz yên Efrîkayî xêz kirine. Di tuwalên wî de li paş fîgûrên li pêş, hin fîgûrên ku baş xuya nakin jî hene û ew fîgûr kûrahiyekê bi wêneyên wî re çêdikin. Jixwe, ew ji bo kompozisyonên xwe jî dibêje, “Her yek ji wan parçeyekî kompozisyonên min in û hevdu temam dikin. Lê heger fîgûrekî min li pêş xwe binihêre divê yên din li devereke din binihêrin. Bi vî awayî, ez hewl didim bi çend hêlan kompozisyonê ava bikim. Naxwe, fîgûrên li ser tuwalê dilê min rehet nakin.”

 

Bi hunerê xwe jinên Efrîkî pîroz dike

Tadesse Mesfîn qederê 50 salan e ku xêz dike û heta niha xêzkar û şêwekarên weke Addis Gezehagn, Ermias Kifleyesus, Merikokeb Berhanu û Tesfaye Urgessa perwerde kirine. Ew bi kar û xebatên xwe pêşengiya modernîzma Efrîka û Etiyopyayê dike. Pêşangeha wî ya dawî ya bi navê “Pillars of Life” (Stûnên Jiyanê) li Londonê li Addis Fine Art tê nîşandan. Wî di vê pêşangeha xwe de bala xwe daye jinên Efrîkî û ew xêz kirine. Lê hunerê wî ne ajîtatîf e. Berevajî vê yekê, ew jinên Efrîkî serbilind nîşan dide. Ji lewma navê pêşangeha xwe jî kiriye “Stûnên Jiyanê”. Ji xwe ew ji bo jinên Efrîkî jî vê nirxandinê dike, “Ev jinên ku li bazarê dixebitin û aboriya malê giş li ser milê wan e, di heman demê de stûnên aboriya Etiyopyayê ne jî. Ji lewma jî serpêhatiya wan ya di vî warî de bala min kişand û min jiyana wan li ser tuwalê nîşan da. Ew bi karên xwe serbilind in, min nexwest zor û zehmetiya ku dikişinin nîşan bidim û berhemên ajîtatîf çêkim. Na, berevajî vê yekê, min xwest wan pîroz bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.