8'ê Gulanê salvegera 76'an a roja rizgarkirina Elmanyayê ji Naziyan e. Ev roj di heman demê de roja rabûna li ber nijadperestî, antîsemîtîzm û faşîzmê ye jî. Li Elmanyayê Aktionsbündnis Antirassismus, Basta, Black Pond Antifa, Jugendliche ohne Grenzen, Fridays for Future, Rheinmetall Entwaffnen, Women in Exile û gelek rêxistinên din wê 8'ê Gulanê dakevin kolanan. Freie Kurdische Gemeinde Berlin, Intiative Amed Ahmad jî destekê didin van çalakiyan.
Polês ji nijadperestan paqij bikin
Mijara ku wê di çalakiyan de derkeve pêş nijadperestiya zêde dibe û şideta polêsan e. Daxuyaniya hevpar a sazî û rêxistinan bi sernivîsa "Bi hev re li dijî nijadperestî, dijminahiya cihûyan a di nava polês de û li dijî naziyan" dest pê dike. Wan got, "Em îro ji bo ku #Polizeiproblem (pirsgirêka polês) rûreş bikin li kolanan in. Daxwazên me ev in: Bila bêhejmar bûyerên nijadperestiyê bi awayekî cidî bên eşkerekirin û meqamên ewlekariyê yên ku mişt in ji rastgirên tundraw divê bên bêtesîrkirin. Em dibêjin, ev ne ewlekarî ye!"
181 kes hatin kuştin
Di daxuyaniyê de hat gotin, şideta nijadperest a polês, kontrolên cihêker, êriş, kuştinên di nezaretê de êdî li Elmanyayê veguherîne bûyerên rojane. Ew bi bîr dixin ku ji sala 1990'î ve di hepsan de û qereqolên polêsan de di êrişên nijadperestiyê de 181 kes hatine qetilkirin. Her wiha tê gotin ku meydan û kolanên bi pirranî mirovên ne spî û ne Elman li wan dimînin, weke "deverên ne ewle" tên îlankirin û bêyî ti sedema din ev mirov tên îllegalîzekirin.
Li ser helwêsta polêsê Berlînê jî di daxuyaniyê de hat gotin, ew "di komên chatê yên nijadperest û dij-femînîst de li dijî Misilman, Roma-Sintî, Cihû û penaberan daxuyaniyên kîn û nifrînê belav dikin."
Daxuyanî dibêje, hejmara Naziyên çekdar ên di nava tevnên rastgir û polêsan de zêde dibe û muhtemel e ku hejmara wan ji texmînan jî gelekî zêdetir be.
Kurd tên krîmînalîzekirin
Di daxuyaniyê de li ser krîmînalîzekirina Kurdan hat gotin, "Dewleta Elman ji bo ku hêza xwe nîşan bide, nexasim jî Tevgera Kurd mexdûr dike bi berdestiya xwe ya ji rejîma dewleta Tirk re".
Daxuyanî wiha bi dawî dibe: "Em beriya hilbijartinên giştî, derdikevin meydanan ji bo guherinên radîkal ên di nava hêzên ewlekariyê de, dadgehkirina tevnên rastgir hemûyan bi awayekî cidî, û ji bo helwêsteke cihêreng beramberî arîşeyên civakî. Ev wisa dewam nake!"
Çalakiya navendî ya li Berlînê wê 8'ê Gulanê saet 13:00'an li meydana "Platz der Luftbrücke" pêk bê.
NAVENDA NÛÇEYAN