- Hevserokê berê yê CDK-F'yê Vedat Bingol îfade neda polêsê Fransî di doza heqareta li Erdogan de û got, ew ê çi tişta pêwîst hebe hiqûqî wê bikin û her wiha hikûmeta Macron jî teşhîr bikin.
BARIŞ BALSEÇER
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan hin deman xwe li hev rakişandibin jî, niha dîsa li hev tên. Ji bo lihevhatinê jî tenê zextê li Kurdan dikin. Fransa li dijî zilma dewleta Tirk li dijî Kurdan bê deng e û li dijî Kurdên li Fransayê bi xwe zilmê dike. Beramberî vê Tirkiye jî wê tawîzan bide: Li Derya Spî, li Lîbyayê û heta belkî li Sûriyê. Me encamên vê yên pêşî bi serdegirtinên malan li Marsîlya, Draguignan û Parîsê dîtin. Polêsê Fransî 23'yê Adarê derî û camê komele û malan şikadin, 13 Kurdistanî kirin nezaretê. Niha jî doza dozgerên Tirk a li hevserokê berê yê CDK-F'yê (Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê) Vedat Bingol anîn Fransayê.
Macron û Erdogan 2'yê Adarê bi telekonferansê bi hev re peyivîn. Piştî wê, 18'ê Adarê wezîrê karê derve yê Tirk Mevlut Çavuşoğlu bi wezîrê karê derve yê Fransayê Jean–Yves Le Drian re peyivî. Piştî wê bi 5 rojan, yanî 23'yê Adarê li Marsîlya, Parîs û Draguignan polês avêt ser NCDK û malên Kurdistaniyan û 13 kes kirin nezaretê
Bi destûra hikûmeta Fransî
Nerazîbûneke mezin a raya giştî ya Fransî li dijî vê heye, lê niha bi ser vê de jî doza heqareta li Erdogan a dozgeriya Enqerê ya li dijî hevserokê berê yê CDK-F'yê Vedat Bingol, birin Parîsê. Qereqola banliyoya Parîsê, Villeneuve Saint-George ji bo îfadê bide, bang li Vedat Bingol kir. Ew jî bi parêzerê xwe re çû. Li wir ew fêr bû ku polêsan ji ber dozeke ku dozgeriya Enqerê ji ber heqareta li Erdogan, bang li wî kiriye da ku îfadê bide.
Em li ser mijarê bi Vedat Bingol re peyivîn. Wî got, heger dosyaya dozgeriya Enqerê ya li dijî wî dişînin Fransayê, ev bi destûra wezîrên karê hundir û derve yên hikûmeta Macron dibe. Ew dibêje, piştî hevdîtina herdu hikûmetan û herdu serokkomaran, encamên derketin holê ew in ku Kurdan dixin qurbanê peymanên hevkariya xwe û berjewendiyên xwe.
Mafên destûrî kirin delîlên sûc
Vedat Bingol got, di dosyeya dozê ya dozgeriya Enqereyê de parvekirinên wî yên medyaya civakî û çalakiyên li dijî dagirkeriya li Efrînê, weke delîlên sûc hebûn: "Nexasim jî wêneyên çalakî, civînên me tevî siyasetvan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Fransî yên li dijî dagirkirina Efrînê, weke delîlên sûc li dosyayê hatibûn zêdekirin."
Îfade neda
Vedat Bingol got, wî ji memûrê wezîfedar re gotiye, ew ê îfadeyê nede û qebûl neke ku azadiya xweîfadekirinê, mafê xwepêşandanê û pîvana wekheviyê yên ku bi têkoşîna mezin a miletê Fransî hatiye misogerkirin, pêşkêşî Erdogan bê kirin.
Vedat Bingol got, hikûmeta Fransa bi karên îstîxbarî yê dewleta Tirk ji herkesî çêtir dizane û îşaret bi rola Fransayê bi xwe di komkujiya Parîsê de kir: Li Parîsê li naverastê, sê jinên Kurd ên şoreşger li ber çavên îstîxbarat û polêsê Fransayê hatin qetilkirin. Em ê qebûl nekin desthilata heyî serê xwe li ber Tirkiyeyê bitewîne û Kurdan krîmînalîze bike."
Vedat Bingol bi bîr xist ku krîmînalîzekirina Kurdan li fransayê ev demek e ku bûye rojev û wiha dewam kir: "Kengî bi Erdogan re bipeyivin, hin peymanên aborî û siyasî hebin, desthilata Fransî ya heyî berê zexta xwe dide Kurdan. Ev êrişên vê dawiyê jî bûn nîşana peymanên nû û başbûna têkiliyên di navbera Macron û Erdogan de”.
Raya giştî ya Fransî nerazî ye
Vedat Bingol, mijar di cih de parve kir û dibêje, vê nerazîbûne mezin a rayagiştî ya Fransî ji hikûmeta Macron derxistiye holê. Raya giştî ji awayê başbûna têkiliyên Macron û Erdogan jî aciz e û ev dozên li dijî Kurdan û êrişên polêsan jî bi ser van de hatine: "Nexasim zexta li dijî Kurdan û herî dawî dosyaya doza ji min re şandin, dikin ku xelkê Fransî bibêje, cihê van di hiqûqa Fransayê de nîne."
Çi pêwîst be Kurd wê bikin
Bi ya wî êrişên li dijî Kurdan ên bi destê polêsê Fransayê û doza li wî hatiye vekirin, ne tesaduf in û elaqeya xwe bi hevdîtinên serokkomar û wezîrên Fransa û dewleta Tirk re heye. Bêdengiya Fransayê beramberî doza girtina HDP’ê û girtina bi sedan siyasetvanên Kurd jî li gorî Bingol elaqedarê van qewmînên vê dawiyê ye. kapatılma davası, yüzlerce Kürt siyasetçiye “siyaset yasağı”
Vedat Bingol herî dawî got, ew ê her tişta pêwîst hiqûqî bikin û ew ê siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan a hikûmeta Macron jî li ber raya giştî ya Fransayê teşhîr bikin.