• Cansu Ozdemir: Evqas şaredarî, saziyên dewletê yên fermî di nava kar de ne, ji ber wê mirov bibêje, 'qaçaxçîtiya mirovan e', ev nahêle mirov li rewşê serwext bibe.

FEHMÎ KATAR
BERLÎN

Parlamenter Gokay Akbulut, meseleya qaçaxçîtiya mirovan a bi destê dewleta Tirk û bi pasaportên grî ber bi Elmanyayê ve bire rojeva meclîsa federal a Elman. Gokay Akbulut got, "Em niha belkî tenê aliyê serav ê çiyayê qeşayî dibînin. Ji bo em hemûyî bibînin, çi ji destê min bê ez ê bikim." 

Parlamentera eyaletê ya Hamburgê Cansu Ozdemir jî got, herî kêm 90 kesî bi vî awayî li Hamburgê doza penaberiyê kiriye. Lê tirs û fikarên wê li aliyekî din ê meseleyê ne. Wê bal bire ser organîzasyona çeteyan, karûbarên sîxuriyê yen dewleta Tirk û MÎT'a wê yên li Elmanyayê û got, "Ji bo me ya muhim, ev mirov kî ne û kê ew ji bo çi şandin?" 
Derket holê ku bi destê şaredariyên AKP’yî bi "pasaportên fermî" qaçaxçîtiya mirovan hatiye kirin û bi sedan kes bi vî awayî birine Elmanyayê. Ji ber vê jî berê awiran zivirî ser hikûmeta Merkel. Parlamentera federal a ji Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut û parlamentera eyaletê ya Hamburgê ya ji heman partiyê Cansu Ozdemir mijar birin parlamana federal û ya eyaletê. Hikûmeta Elman bersiv da pêşniyazpirsa Gokay Akbulut û got, haya wê ev demeke dirêj e ji qaçaxçîtiya mirovan a bi "Pasaportên Grî" yên fermî hebûye û ji dawiya par ve polêsên li ser sînor li ser mijarê hatine agahdarkirin. Di bersivê de hikûmetê xwe li safdiliyê danî û got, elaqedarî li Tirkiyeyê bidestxistina pasaportên fermî bi awayekî neheq "klîkeke bertîlxwur heye". Li ser pirsa hejmara kesên bi van pasaportan ketine Elmanyayê jî, hikûmetê hejmarek neda. Hikûmetê got, dozgeriya Bayernê li mijarê dikole û lêpirsînê bi rê ve dibe. Hikûmeta Elman got, haya wê ji elaqeya di navbera 43 kesên venegeriyane Tirkiyeyê û şaredariyên AKP'yî de nîne, û her wiha agahiya wê ji peywendiya di navbera şirketa dawetiye şandî û van şaredariyan de jî nîne. Yanî gotiye, "nizanim xweşiya cani'm"

Akbulut dev ji meselê bernade

Gokay Akbulut li ser bersiva hikûmeta federal ji me re got, "Nabe ku rayedarên Erdogan xiyanetê li hevalên xwe yên ji partiyê bikin. Rayedarên Elman jî esas bi vê dizanin. Ji ber wê jî rayedarên Elman divê nexasim jî îdîayên muxalifan ji Tirkiyeyê cidî bibînin. Em niha belkî tenê aliyê serav ê çiyayê qeşayî dibînin. Ji bo em hemûyî bibînin çi ji destê min bê ez ê bikim." Wê got, ew ê li ser mijarê pirsên nû ji hikûmeta federal a Elman bike.

Herî kêm 90 kes çûn Hamburgê

Li ser mijarê parlamentera eyaletê ya Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemir jî pêşniyazpirsek da hikûmeta eyaletê. Ozdemir got, di ser çapemeniyê û bi çavkaniyên xwe wê tesbît kiriye ku heta niha bi vê qaçaxçîtiya bi pasaportên grî yên fermî yên dewleta Tirk 90 kesî li Hamburgê doza penaberiyê kiriye. Ozdemir ji me re got, li navenda vê qaçaxçîtiyê li Elmanyayê bajarên Hamburg, Bremen û Oldenburgê hene û Dayreya Penaberan jî agahiyeke bi vî rengî daye wan. 

Lêpirsîn dewam dike

Ozdemir got, "Li ser mijarê li şaredariya Hanoverê lêpirsînekê dest pê kiriye û dozgeriya eyaletê jî lêpirsînek daye destpêkirin. Dozgeriyê li dijî dawetkerê 43 kesên venegeriyane Tirkiyeyê Ersin Kilit, lêpirsîn daye destpêkirin û ev lêpirsîn dewam dike." 

Ozdemir got, yên ku ji Elmanyayê dawetiyeyan di ser şaredariyan re dişînin karsazên Tirk in û şirketeke weke ya Ersin Kilit a li Hannoverê, li bajarê Oldenburgê jî derketiye holê. Wê wiha dewam kir: "Berê wan ev birêxistinkirinên xwe di ser çeteyên 'Osmanen' ve dikir. Niha welê xuya ye, bêhtir bi rêyên qanûnî, li gorî adetê di ser hin karsazan re dikin."

AKP kê dişîne Elmanyayê

Di pêşniyazpirsa xwe de Ozdemir dixwaze lêpirsîn dest pê bike: "Ji bo me ya muhim ew e, ka ev mirov kî ne û kê ew ji bo çi şandin? Em dizanin ku berê li Hamburgê li bajarên din ên Elmanyayê gelek ajan hatin deşîfrekirin. Kesên ku ji bo MÎT'ê dixebitîn heta yên ku pîlanên sûîqestê li dijî siyasetvanê Kurd Yuksel Koç dikirin jî derketin holê. Wekî din li Awusturyayê ajanên ku pîlanên sûîqestê li dijî Bêrîvan Aslan dikirin, hatin deşîfrekirin. Ji ber wê meselê, ji bo me ya girîng ew e, ka ev qas mirov ji bo çi hatin û gelo wezîfeyeke wan heye? Mesele ne statuya wan a îqameyê li Elmanyayê ye. Evqas şaredarî, saziyên dewletê yên fermî di nava kar de ne, ji ber wê mirov bibêje, 'qaçaxçîtiya mirovan e', ev nahêle mirov li rewşê serwext bibe; baweriya min bi vê nayê".