Kirmanşan muzîka Kurdî vejand

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 22 Îlon 2024 - 17:00

  • Mihrîcana Muzîka Kurdî ku ji aliyê Mala Tembûr a Gundê Banzalan a navçeya Dalaho ya bajarê Kirmaşanê - Rojhilat Kurdistanê ve hat organîzekirin, di navbera 19 û 20’ê Îlonê de hate lidarxistin. Ji çar aliyên Rojhilatê Kurdistanê muzîkjen tevlî festîvalê bûn.

Mihrîcana Muzîka Kurdî ya ku ji aliyê Mala Tambûrê ya Gundê Banzalan ve hate lidarxistin, bi performansên xweş ên gelek hunermendên jin bi dawî bû. Bi taybet ji bajarên Kirmaşan, Sine, Îlam û Hemedanê hunermend, mêvan û hunerhez tevlî mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de îsal jinan bi enstrûmanên xwe stranên xweş gotin.
Di merasîma dawiya mihrîcanê de ku duh hat lidarxistin, solîstê Koma Mûzîka Nîştîman a bajarê Merîwanê Parand Rehmanî derket ser dikê. Hevdem, Koma Muzîkê ya Şahoşîn a Yarsan, Koma Kia ya Kirmaşanê bi serpereştiya hunermend Danya Şehîdî, hunermendên Bokanê, Şoreş Mehmûdî ji Mehabadê û helbestvan Seîd Îbadîan duh di merasîma dawiya mihrîcanê de bi mêvanan re hatin ba hev. 
Hunermendên herêmên Yarsan û ciwanên ji temenên cuda beşdarî beşa pêşbirkê ya mihrcanê bûn. Di encama pêşbirkê de kesên serketî hatin eşkerekirin.

‘Bi muzîka Kurdî bawer im’
Yek ji hunermendên ku cara yekem beşdarî mihrîcanê bûye Dîna Ebdî got: “Tembûra Gundê Banzalanê ne tenê cihê defzanan e, hemû kesên ku li Îranê dijîn û amûrên kevn dijenin vî cihî wekî warê xwe dibînin. Mala Tembûrê ez kêfxweş kirim, kir ku ez beşdarî mihrîcanê bibim, enerjiyê werbigirim û lêxistina tembûrê bidomînim. Ne tenê ez, hemû muzîkjenan jî heyecana ku li vir e, muzîka xwe bidomîne û pêş ve biçe, dide der. Bi qasî heşt salan di ser damezrandina Mala Tembûrê de bihurîn. Ev cih bi alîkarî û pêşengiya mamoste Alî Ekber Moradî hate vekirin. Li vir di warê rêûresmên muzîka kevnar de xelk gelek tiştî fêr dibe. Her wiha her sal mihrîcanek jî tê lidarxistin. Di beşa pêşbirkê de cihgirtina min cihê rûmetê ye. Ez weke jina Kurd û tembûrvanek Kurd bawer dikim ku wê muzîka Kurdî di nava civakên cîhanê de were naskirin."

Banzalan cihê muzîk û jinên azad e
Hunermend Kanî Sîmanî yê ji bajarê Qerandê nêrînê xwe anî ser ziman û got: "Mala Tembûr bi saya Elî Ekber Moradî hat damezrandin. Mixabin em hemû dizanin ku di warê muzîkê de di civakê de cihêkarî di navbera jin û mêr de heye. Lê Banzalan ne wisa ye, ew li mîrateya jinê xwedî derdikeve. Mirov dikare bibêje Banzalan cihê muzîk û jinên azad e. Ji xwe li vir ji bo pêşketina Mala Tembûrê her kes bi hevparî dixebite. Ji folklora kurdî jî em dikarin wekhevî û hevkariya kurdan fêm bikin." 

Hevgirtin û girîngiya nirxên jinan
Hunermend Romîna Newrozî ku ev 6 sal in beşdarî mihrîcanê dibe got: "Min ji deh saliya xwe ve dest bi beşdarbûna pêşbirkên muzîk û tembûrê kiriye. Yek ji serpêhatiyên min ên herî xweş jî mihrîcana li gundê Banzalan e. Ji zarokan heta mezinan ji hemû komên temenî re pêşkêşî beşdaran dikin ku nirxê jinan di mihrîcanê de diparêzin û wekheviyê di navbera hemû beşdaran de misoger dikin. Em îsal jî di kategoriya Koma Temenê Ciwanan çiqasî bi hêz bin jî, ya girîng hevkarî û hevgirtin e. Ez dibêjim mala wan ava be yên ku piştgirî dane me û ji me bawer kirin.”JÎNHA/KIRMANŞAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.