• Parêzerên Rêber Ocalan bi miracaeteke fermî ji CPT´yê xwest ku bi erkên xwe rabe. Parêzeran xwest CPT bi lez biçe Îmraliyê, êşkence û miameleyên xirab bide bidawîkirin û misoger bike ku mafên Ocalan û girtiyên din neyên binpêkirin. 

Parêzerên Rêber Kurd Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da û jê xwest, ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber tecrîdkirina şidandî ya Rêber Abdullah Ocalan miracaetî CPT´ê  kir.
Di miracaetê de hate gotin, Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê qedexeya hevdîtinan bi rêk û pêk dewam kiriye û ji CPT hate xwestin ku tavilê ji bo bi dawîkirina vê tecrîda mutleq hewl bide.

Parêzeran miracaetên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş, bi bîr xistin û bersivên ku dewleta Tirk dane van miracaetan jî ragihandin Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê. Parêzeran ji bo bidawîkirina tecrîdê  daxwazên xwe anîn ziman.

Di 4 mehan de 88 miracaet

Parêzeran diyar kir ku di nava çar mehên bihurî de ji bo dîtina muwekîlên xwe wan 68 caran miracaetî rayedarên dewleta Tirk ên elaqedar kiriye, her wiha bira, wasiyê Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din jî 20 caran ji bo hevdîtina bi wan re mircaet kiriye.

Di miracaeta ji bo CPT´ê de parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dibêjin, "Qedexeya serdanê ku di pratîkê de bi rengekî nehiqûqî bi cih tê anîn, dewam dike. Hevdîtineke bi tenê ya malbatê û parêzeran nekariye bê kirin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve parêzeran, ji 3'ê Adara 2020’an û vir ve jî malbatê nekariye serdanê bikin."

Bi lez biçin Îmraliyê

Parêzeran bi bîr xist ku ji ber ku Serdozgeriya Bûrsayê bersiv nedaye miracaetên wan, wan miracaetî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kiriye. Di dewamê de parêzeran got, "Miracaeta me ya ji bo sererastkirina şert û mercên girtinê yên bi salan e dewam dikin, bi rengekî nehiqûqî û neqanûnî hate redkirin."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku nameyan jî nadin muwekîlên wan û ji bo dawî li vê êşkenceyê û kirin û miameleya xerab bê anîn, daxwazên xwe anî ziman û bang li CPT´ê kir da ku bi erka xwe rabe:
- Komîteya we bila bi lezg serdana Girava Îmraliyê bike,
- Divê parêzer karibin tavilê serdanê bikin û ev yek jî dewam bike,
- Divê malbat û wasî karibin biçin serdanê, ev yek bi rêkûpêk bi derwamî pêk were û cezayên dsîplînê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin,
- Li gel bicihanîna mafê serdanê, mafê axaftina bi telefonê jî bi rêk û pêk were bicihanîn,
- Bila dawî li astengiyên li pêşiya amûrên ragihandinê yên mîna name û faksê bê anîn,
- Kirinên pratîkî yan jî nehiqûqî yên astengkirina dayina rojname, kovar û pirtûkan divê bên bidawîkirin,
- Ji bo dawî li şert û mercên kirin û miameleyên xerab, derveyî mirovahiyê û êşkenceyê bê anîn, tevdîrên xurt bêne wergirtin û bi cih bên anîn."

NAVENDA NÛÇEYAN