'Em pişta Kurdan digirin'

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:33

  • Li bajarê Swîsreyê Lozanê, meclîsa şaredariyê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kirin û got, “Em pişta Kurdan digirin”.

ERDOGAN ZAMUR / LOZAN

Li bajarê Swîsreyê Lozanê, meclîsa şaredariyê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rûreş kirin û got, “Em pişta Kurdan digirin”.

Pêşnûmeya rûreşkirina êrişên dagirker a koma  Tevgera Bi hev re ber bi Çepê ve (Ensemble à Gauche), behsa agahiyên li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Li ser navê komê Sevgi Koyuncu pêşnûma da Meclîsa Şaredariyê ya Lozanê.

Di pêşnûmayê de tê bibîrxistin ku Peymana Lozanê ya xespkirina mafê Kurdan sed salên xwe temam dike û ji Meclîsa Şaredariyê dipirse ka helwêsta wê beramberî dagirkirina erdên Sûrî û Iraqê çi ye. Pêşnûma vê hevokê bi kar tîne: “Gelo çawa we destek da  Ukraynayê, gelo hûn hazir in destekê bidin gelê Kurd?” 

Di pêşnûma biryarê de hat gotin, “Meclîsa Şaredariyê dixwaze, şaredarî fermî ragihîne ku pişta miletê Kurd digire û her wiha dixwaze ku dagirkeriya çekdarî ya li ser erda Sûrî û Iraqê û bandora wê ya li ser sivîlan rûreş bike.”

Li meclîsa 100 kesî ji bilî çend dengên bêalî, bi dengên mayî hemûyan hat erêkirin.

Şaredar Grégoire Junod jî got, ji bo wan cihê xemgîniyê ye ku navê Lozanê bi parçekirina Kurdistanê tê hildan û wiha peyivî: “Di Peymana Lozanê de dewleta Tirk mafên hindikahiyan erê kirin. Lê got Kurd ne hindikahî ne û mafên wan nedan. Zextên li dijî Kurdan dewam dikin. Em pişta miletê Kurd digirin”. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.