Em ê dengê xwe bi dinyayê bidin bihîstin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 03:08

 

Li dijê êrişên bi sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Kurdistanê, çalakiyên protestoyî dewam dikin. Li bajarê Fransayê Strasbourgê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) bi çalakiyekeê ji Konseya Ewrûpayê xwest ku heyeteke serbixwe ji bo lêkolînê bişîne Herêmên Parastina Medyayê. 

Jinên Kurd li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê civiyan û ji bo protestokirina êrişên bi sîlehên kîmyewî kîsên spî li xwe kirin. Wan wêneyên 17 gerîlayên kurd ên di êrişên kîmyewî de şehîd bûbûn jî hilgirtin û timî slogana “Biji Berxwedana Gerîla” gotin.

 

Em şemiyê li Dusseldorfê ne

Di daxiyaniya dema çalakiyê de jinan got, ew ê hovîtiya heyî ti carî qebûl nekin: “Weke jin, em ê timî û li her deverê weke pêşeng cihê xwe di çalakiyan de bigirin. Ji Dusseldorfê em ê dengê xwe bigihînin tevahiya dinyayê”. Wan da zanîn ku ew ê tevlî çalakiya vê şemiyê yanî 12´ê Mijdarê ya li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê bibin. Wan bang li jinan û xelkê kir da ku tevlî çalakiya li Dusseldorfê bibin.

 

Konseya ranehişt dosyayê

Jinan xwest dosyaya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bidin Konseya Ewrûpayê. Lê wezîfedarên li devê derî destûr nedan. Wan got, Konseya Ewrûpayê ji destan dosyayan wernagire û divê bi rêya posteyê ew dosyayê bidin rayedaran. Li ser vê yekê jinan çalakiya rûniştinê da destpêkirin û got, “Heta ku rayedaran li me guhdarî bikin û rahêjin dosyaya me em ê çalakiya rûniûtinê dewam bikin.”

 

Ciwanan bang li rêxistinên tenduristiyê kir

 

Li bajarê Swîsreyê Cenevreyê jî bi pêşengiya TÊKO-JIn û TCŞ´ê çalakiya îtaetnekirina sivîl hat lidarxistin. Çalakî di avahiya ser bi Neteweyên Yekbûyî de hat lidarxistin. Di çalakiyê de ciwanan dosyaya li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî Kurdistanê da rayedaran. Ciwanan bi dosyayê xwest heyetên serbixwe biçin Kurdistanê û lêkolînan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.