Basel bû Kobanî

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 7 Mijdar 2021 - 23:09

  • Li bajarê Swîsreyê Baselê, Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî hatin cem hev û bi meşekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin.

Li bajarê Swîsreyê Baselê, Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî hatin cem hev û bi meşekê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin.

Bi hezaran kes bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya li Swîsreyê (YJK-S), Civaka Kurd a Demokratîk ya li Swîsreyê (CDK-S), Komîteya Rojava ya Swîsreyê, Greva Avhewayê ya Swîsreyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Parka Die Weltê hatin cem hev.

Wan her wiha bi armanca bal bibin ser bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê, cilên sipî û maskeyên gazê li ber xwe kirin.

Beriya meş dest pê bike, li ser navê CDK-S’yê axaftin hat kirin û hate gotin: “Li hemberî konsepta îmhaya topyekun a li dijî gelê Kurd û gerîlayên Kurd, em ê parêzvaniya sîstema ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya bi paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.”

Di axaftina li ser navê Greva Avhewayê ya Swîsreyê jî hat diyarkirin ku ew ê li hemberî yên dixwazin şoreşa Rojava û li dijî êrişên bi gazên kîmyewî, xwedî li têkoşîna gelê Kurd derkevin.

Piştî peyaman meşê dest pê kir. Meşa ku heta bi Claramatteparkê bi qasê 2 saetan dewam kir, li navendên girîng ên bajêr, li ser navê saziyên beşdar daxuyanî hatin dayin. 

ANF/BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.