• Ji Ajansa Mezopotamyayê Gokhan Altay karî wêneyên wan xaniyên li Sûrê hatine çêkirin, bigire. Ev xanî eynî weke hepsan hatine lêkirin û ji ber wê jî ji wan re ji niha ve xelk dibêje, “avahiyên Tîpa ´S´ûr”. 

Ji Ajansa Mezopotamyayê Gokhan Altay karî wêneyên wan xaniyên li Sûrê hatine çêkirin, bigire. Ev xanî eynî weke hepsan hatine lêkirin û ji ber wê jî ji wan re ji niha ve xelk dibêje, “avahiyên Tîpa ´S´ûr”. 

Xelk ne neheq e jî: Ev mal dişibin hepsên tîpa F ku salên 2000’î û hepsên tîpa S ku îsal hatine lêkirin. 

Serowkezîrê Tirk ê dema wêrankirina Sûrê, Ahmet Davûtoglû gotibû “Em ê mîna Toledo çêbikin” û mizginiya van xaniyan dabû. Piştî ku Davûtoglû ji aliyê Erdogan ve ji serokwezîrtiyê hat girtin, rayedarên AKP’ê ev mal weke malên Amedê ji raya giştî re ragihandin. Lê malên ku hatine çêkirin, ne dişibin “Toledoyê” ne jî dişibin malên Amedê.

Gokhan Altay vê carê çûye nav devera ku avahî tê de hatine lêkirin. Wî wêe ji taxa Hasirli ya Sûrêî girtine. Dewleta Tirk ev tax bi temamî hilweşandibû. Bariyerên li dora van malên du qatî ku ji 9 bloqan pêk tên, mehên borî bi awayekî bêdeng hatin rakirin. Malên ku bi heman tîp û rengî hatine çêkirin, qata wan a destpêkê ji bo bişibînin malên Amedê bi kevirên rûgirtî yên bazalt hatine çêkirin. Qatên wan ên diduyan jî derveyî wan bi rengê spî hatine boyaxkirin. Firehbûn û hejmara jûrên wan li gorî bloqan diguherin. Tevî ku nû hatine çêkirin jî ji niha ve parkeyên lamînat ên binê malan berçifîne. Destşokên hin malan dileqin û paceyên hin malan jî şikiyane. 

Hewşên hepsan

Avahîsaziya hewşên van malan jî balkêş e. Mal û hewşên Sûrê ku bi hezaran salan malovaniya şaristaniyan kirine û di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin, nemane. Hewşên nû ku hatine çêkirin û di nîveka wan de darek hatiye çandin mîna hewşên girtîgehên tîpên F û S hatine lêkirin. 

Li gorî agahiyan di pêvajoya pêş de ev mal wê bi îhaleyê bên firotin. Lê nayê zanîn ka wê malan bidin kesên berê malên wan li vir hebûn yan na.

AMED