Helîkoptereke din xistin xwarê

  • HPG: 2’ê Hezîranê helîkopterên êrişê xwestin Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bomberdûman bikin. Hêzên me ji du aliyan ve li helîkopteran da. Helîkopterekê derbeke giran xwar û dema ku xwest ji deverê derkeve, li dora Qada Berxwedanê kete erdê û îmha bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rewşa meydanî ya şer a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nû da û got, “Çalakiyên hêzên me yên ji bo silavkirina salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê didome. Dewleta Tirk a dagirker bi sedan obus, hawanan, 46 caran bi balefiran û 33 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin. Li hemberî van êrişan çalakiyên gerîla jî bênavber didome. Di çalakiyan de helîkopterek hate xistin, 7 dagirker hatin kuştin û çeperek hate îmhakirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir: 

Li herêma Metînayê

Di 1’ê Hezîranê de saet di 12.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Geliyê Girê Azad dane û bi xurtî li hedefan hatiye xistin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di 21.30’an de hêzên me bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Zemanî ya Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin, dagirkerek jî birîndar bû.

Nekarî ji qada berxwedanê derkeve

Di 2’ê Hezîranê saet di 02.00’an de dema ku helîkopterên êrişê xwestin Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî bomberdûman bikin, hêzên me ji du aliyan ve li helîkopteran da. Helîkopterekê derbeke giran xwar û dema ku xwest ji deverê derkeve, li dora Qada Berxwedanê kete erdê û îmha bû.

Li herêma Zapê

Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.30’î de dagirkeran xwest darên li dora berpalên Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirrin. Hêzên me li dagirkeran da û dagirkerek kuşt.

Di 1’ê Hezîranê de saet di 17.20 û 22.10’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên şexsî û sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Rêber a Qada Berxwedanê ya Karker dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 1’ê Hezîranê de saet di navbera 14.30 û 20.00’an de dagirkeran dema ku xwest bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn biteqînin, hêzên me du caran bi çekên giran li wan da û kir ku qedemeyekê vekişin.

2’ê Hezîranê saet 05:10’an de tîmên me yên nîv-tevger ji du aliyan ve li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Savuşka yên herêma Berxwedana Girê Cûdî da. Di vê çalakiyê de koma çalakiyê ya yekem û duyemîn ji nêz ve bi çekên şexsî û bombeyên destan li dagirkeran xist û 2 dagirker kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 1’ê Hezîranê de qadên Şikeftan Birîndara, Karker, Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn ên herêma Zapê û qada Berxwedana Werxelê ya Avaşînê 33 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.