Ziman stûna wêjeyê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:26

  • Helbestkar û mamosteya zimanê Kurdî Gulistan Awaz; “Helbet wêjeya her miletekî bi zimanê wî miletî ve girêdayiye. Ziman stûna wêjeyê ye û zimanê Kurdî stûna wêjeya Kurdî ye. Heta ku wêjeya Kurdî bêhtir belav bibe û bigihe asta cîhanî pêwîstiya wê bi nirxandin, rexnekirin û wergerandinê heye. Heta ku ziman û wêjeya me hebe em jî hene.”

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Gulistan Awaz a ku ji Efrînê ye di heman demê de damezrînera Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî ye. Gelek caran dersên zimanê Kurdî jî daye. Gulistan Awaz romana bi navê Zincîra Tenêtiyê di sala 2022’yan de çap kiriye û pirtûkeke helbestê ya bi navê Buxçika Biyaniyê di sala 2020’î de çap kiriye. Her wiha di nava gelek xebatên ziman û wêjeya Kurdî de cihê xwe girtiye û xelat girtine. Li Elmayayê jî mamostetiya zimanê Kurdî kiriye. 

Helbestkar Gulistan Awaz qala helbestê, girîngiya ziman û wêjeya Kurdî, rolan jinan a di ziman, ûwêjeyê de, girîngiya xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî kir. 

‘Piştî Kurdî hîn bûm min dev ji Erebî berda’

Helbestkar Gulistan Awaz da zanîn di destpêkê de derfetên wê tunebû ku pirtûkên Kurdî bixwîne, xwe di qada wêje, zimanê Kurdî de pêş bixe û wiha got: ”Ez li pola heftan di dibistana amadeyî de bûm. Dema min yekem pexşan û piştre helbest nivîsandin û ta radeyekê min dest bi nivîsandina helbestên klasîk (pîvane-li ser pêlewazan) kir, min bi meraq pirtûkên helbest û wêjeyê dişopand û dixwendin. Lê helbet di wê demê de ji ber qedexebûna zimanê Kurdî û nebûna pirtûkên kurdî di nav destên min de pirtûkên bi zimanê erebî hebûn. Piştî ku di sala 2006’an de Saziya Fêrkirin Û Parastina Zimanê Kurdî li Heleba Sûriyeyê vebû derfeta ku ez xwe hînî zimanê Kurdî bikim bi dest min ket û ji sala 2012’an min dest bi nivîsandina Kurdî kir û bi yekcarî min dest ji nivîsandina erebî berda. Saziya Fêrkirin Û Parastina Zimanê Kurdî saziya ewil a fêrkirina zimanê Kurdî ya li Helebê bû.”

‘Ziman stûna wêjeyê ye’

Gulistan da zanîn ku ji bo ziman û wêjeya Kurdî belav bibe, bêhtir pêş bikeve divê Gelê Kurd lê xwedî derkeve û wiha dewam kir: ”Helbet wêjeya her miletekî bi zimanê wî miletî ve girêdayiye. Ziman stûna wêjeyê ye û zimanê Kurdî stûna wêjeya Kurdî ye. Heta ku wêjeya Kurdî bêtir belav bibe û bigihe asta cîhanî pêwîstiya wê bi nirxandin, rexnekirin û wergerandinê heye. Heta ku ziman û wêjeya me hebe em jî hene. Ji ber ziman û wêjeya gelekî pir girîng e loma divê em her tim xwedî lê derkevin.”

Rola jinan a di wêjeyê de 

Gulistan di heman demê de behsa rola jinan a di qada ziman û wêjeyê de kir û got; "Rola jina Kurd ji roja roj de di parastina ziman, wêjeyê de û bi taybetî di wêjeya devkî de heye. Jinên kurd bi rêya gotina stranan, lorîkan, ravekirina çîrokan û bi hunera xwe ya dengbêjiyê derketine pêş. Ji salên dûr û dirêj de û piştî ku derfeta xwefêrkirin û nivîsandinê bi dest xwe xistine, qada ziman û wêjeyê bi pirtûk û mijarên cûrbecûr xemilandine. Bi têkoşîna jinên Kurd gelek stêrk li esmanê wêjeyê bilind bûne û navên wan bi tîpên zêrîn li ser sînga dîrokê hatine nivîsandin."

'Divê em li wêjeya Kurdî xwedî derkevin'

Gulistan bal kişand ser xwedîderketina li berhemên Kurdî û wiha pê de çû: "Wêjeya Kurdî tevî rewşa Kurdistanê ya bindest û binpêkirî, di asteke bilind de ye. Lê divê em hîn zêde lê xwedî derkevin, bişopînin, binirxînin da ku bêhtir pêş bikeve û cihekî berztir di nav wêjeya cîhanî de bigire. Divê komelgehek ji bo ziman û wêjeya Kurdî li Kurdistanê were avakirin û li berhemên nivîskaran xwedî derkeve. Ji aliyê vê komelgehê ve dema pirtûkên nivîskarên kurd bên çapkirin, belavkirin û rexnekirin wê demê wê ziman û wêjeya Kurdî hîn bêtir pêş bikeve û hîn bêtir bê naskirin. Her wiha wê berhemên hîn baş ên Kurdî jî derkevin holê."

'Ziman hêza hebûnê ye' 

Gulistan bal kişand ser êrişên li ser zimanê Kurdî û wiha pê de çû: "Dijminên Kurdan ji roja roj de baş dizanin ku hêza hebûna Kurdan bi hebûna zimanê kurdî re girêdayîye. Ziman hêza hebûnê ye. Ji ber wê bi hemû şêweyên qirêj û bi hovîtî şerê hebûna zimanê Kurdî dikin û hewl didin tune bikin û ji bîr dikin ku ew jî xwedî ziman in. Ma gelo wê helwesta wan çi be eger şerê hebûna zimanê wan jî were kirin?"

Rola jinan a di parastina ziman de 

Gulistan da zanîn di parastina zimanê Kurdî de rola jinan girîng e û wiha dewam kir: ”Têkoşîna gelê Kurd li hemberî vê zext û hovîtiyê ti caran lawaz nebûye. Kurdan bi hemû zanebûn û kanebûnên xwe li berxwe dida û niha jî li berxwe didin. Di rêya komele û saziyên Kurdan, rewşenbîr û nivîskarên Kurd, ragihandin û rojnamegeriya Kurdî re berxwedaneke dîrokî derketiye pêş. Her wiha nayê piştguhkirin ku çawa dayika Kurd roleke wê ya girîng a di parastina zimanê Kurdî de hebû û heta niha jî heye. Ger em vê rola jinên Kurd neynin ziman wê demê gotinên me kiriye wê kêm bimînin. Jin girîngiya zarokên Kurd a li ser parastin û hezkirina zimanê Kurdî baş dizanin û rola sereke di vê yekê de dilîzin.  Jin baş dizanin ku parastina zimanê Kurdî ji malbatê dest pê dike. Divê malbatên Kurd hişiyar bin û li ku derê dibin bila bibin, bi Kurdî biaxivin, fêrî nivîsandin û xwendina bi Kurdî bibin. Dema wiha be dê metirsiya li ser zimanê Kurdî kêm bibe. Divê Kurd ji gund, navçe û bajarên xwe qut nebin. Divê axa dapîr û bapîrên xwe biparêzin. Wê demê bêtir ziman û wêje dê bê parastin. Gelek mirovên welathez û zimanparêz ji bo zimanê Kurdî bûn cangorî lê ti caran girêdana Kurdan bi ziman û axa Kurdistanê re lawaz û sist nebûye û Kurdên zimanhez li her cih û warî li ber xwe didin û bêhtir bi zimanê dayikê ve tên girêdan. Divê em jî li keda kesên zimanparêz xwedî derkevin.”

Girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê

Gulistan balê bir ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê jî û gotinên xwe bi vî awayî bi dawî kir; “Helbet perwerdeya rast û bi şêweyek zanistî ji bo ziman û wêjeyê bandoreke girîng e. Perwerde ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî gelekî baş e. Bi vê re jî gel wê bêtir xwedî li ziman û wêjeya Kurdî  derkeve. Bi perwerdeya bi zimanê Kurdî re wêjeya zarokan jî pêş dikeve. Ev jî bingeheke xurt a ziman û wêjeyê jî ava dike. Wêjeya zarokan beşeke bingehîn e.  Bandora xwe ya girîng li ser civakê bi gelemperî xuya û teqez kiriye. Helbet zarok siberoj in û her tiştek bi zarokan ve girêdayiye. Loma ji bo pêşketina ziman û wêjeya Kurdî perwerdeya bi zimanê dayikê divê jêneger be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.